Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn

img
ŞIRNEX - Li Şirnexê bi boneya Cejna Çarşema Sor gorên şervanên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin. 
 
Li Şengalê Cejna Çarşema Sor hate pîrozkirin ku weke Çarşema Serê Nîsanê jî tê zanîn. Civaka êzidiyan bi boneya cejnê çû serdana gorên şervanên di dîrokên cuda di parastina Şengalê de jiyana xwe ji dest dayîn û li goristanên Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hatine definkirin. Li goristanan find hatin vêxistin û kesên jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn. 
 
Xidir Mehemed li vir axivî û cejna êzidiyan pîroz kir. Mehemed, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em bi saya şehîdên ji çar parçeyên Kurdistanê canê xwe feda kirin vegeriyan ser xaka xwe û cejna xwe pîroz dikin.” 
 
Jina bi navê Caklîn Şengalî jî wiha got: “Ji bo ku em bikarin li ser xaka xwe bi awayekî azad bijîn, ji her çar aliyan jin û zilamên ciwan hatin vê derê û canê xwe feda kirin. Her kes dizane heke ne bi keda van şehîdan bûya, dê me nekariya van rojan bi dilxweşî pîroz bikin. Divê hemû êzidî li keda şehîdan xwedî derkevin û vegerin ser axa xwe.”