AMED – Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Mozên Kera dest bi serdema nû kir. Derhêner Nazim Hîkmet Çalişkan wiha got: “Vê serdemê me xebatên xwe berfirehtir kirin. Lîstikên ku me ji şanoya cîhanê wergerandine, em ê nîşan bidin.”
Şanoya Bajêr a Amedê, di 6’ê Cotmehê de bi lîstika Mozên Kera dest bi serdema xwe ya nû kir. Derhêner Nazim Hikmet Çalişkan der barê xebatên serdema nû de agahî dan. Çalişkan, diyar kir ku ji bo serdema nû gelek lîstikên wan hene. Çalişkan, got ku wan bi taybetî xwestiye ku ew bi lîstika Mozên Kera dest bi serdema nû bikin û wiha got: “Mijara lîstikê pir girîng e. Pergala huqûqê rexne dike. Kesên di saziya edaletê de dixebitin, her çi qas îdia bikin ku ew ji bo gel li wir in jî, lê belê sedemên cuda yên hebûna wan a li wir hene. Tişta ecêb jî ew e ku ev mijar beriya zayînê hatiye nivîsandin. Di ser re 2 hezar û 500 sal derbas bûye, lê heman rewş dubare dibe. Dema mirov di vê pencereyê de lê binere, a rast mijar mijareke pir nûjen e.”
JI ŞANOYA CÎHANÊ
Çalişkan, dest nîşan kir ku piştî tayînkirina qeyûm, Şanoya Bajêr a Amedê bi rewşên zehmet re rû bir û maye û wiha domand: “Lîstikvanên me yên ku nêzî 20 salan li Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin dilîstin, hatin dûrxistin. Ji kar hatin derxistin. Me jî Şanoya Bajêr a Amedê ava kir. Dema me dest pê kir me bi lîstikên ku me li gor çavkaniyên xwe çê kiribûn dest pê kir. Lê vê serdemê me xebatên xwe berfirehtir kirin. Em ê lîstikên ku me ji şanoya cîhanê wergerandine nîşan bidin. Lîstikeke me ya din jî heye. Niha provayên wê didomin. Me vê serdemê giranî daye perwerdehiya xwendekaran jî. Em ê îsal jî lîstikên dramayê bidomînin.”
Çalişkan ji bo gelê Amedê û temaşevanan jî ev tişt gotin: “Temaşevanên Amedê tu carî em tenê nehiştine. Piştî tayînkirina qeyûm dema me ev der vekir jî temaşevanên me em tenê nehiştin. Xwedî li me derketin. Piştevaniya me kirin. Pirî caran eywana me tije dibe.” Çalişkan, polîtîkaya asîmlasyonê ya li ser gelê kurd û Kurdistanê tê meşandin jî wek “laneteke sed salî” nirxand û wiha got: “Ev sed sale polîtîkayeke asîmlasiyonê li ser gelê kurd û Kurdistanê tê meşandin. Em dikarin ji vê re bibêjin ‘laneta sed salî’. Îro jî êrîşên li dijî çanda kurdî didomin. Lê em dikarin vê yekê bibêjin, çi qas êrîş çê dibin bila çê bibin, lê ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes hay ji vê heye û dê bu ruhekî berxwedêr li dijî vê asîmlasiyonê li ber xwe bide.”