Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin

img
WAN - Li Aryen Komê ku ev 4 sal in li Wanê bi zimanê dayikê perwerdeya çand-hunerê didin, qeydên qursa muzîkê dest pê kirin. 
 
Piştî ku di sala 2016’an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyûm hat tayînkirin, qeyûm bi sedan kes ji kar derxist. Her wiha qeyûmê AKP’î, Navenda Hunerê ya Nûdayê jî girt ku ji roja avakirinê heta roja girtinê bi sedan ciwan ji hêla hunerî ve gihandibû. Lê belê xebatkar û xwendekarên navendê dev ji xebatên xwe bernedan û di sala 2019’an de Aryen Kom ava kirin. Aryen Kom, ev 4 sal in gelemperî xebatên muzîkê dike. Stranên ku êdî li ber windabûnê ne û yên di Radyoya Erîwanê de hatine gotin û li zimanên cuda hatine wergerandin û dizîn bi zimanê kurdî berhev dike. Her wiha ji zarokên 5 salî heta kesên 40 salî, perwerdeyên enstrumanên weke tembur, piyano, gîtar, bilûr û kemanê dibînin. 
 
PERWERDEYA ÇAND-HUNERÊ YA BI ZIMANÊ DAYIKÊ 
 
Ji hunermendên Aryen Komê Mizgîn Turan ku li ser pêşniyara malbata xwe hêj di zarokatiya xwe de dest bi perwerdeya muzîka bi kurdî kiribû wiha got: “Xebatên muzîk û çandê ya bi zimanê dayikê, mirov dilşad dike. Tekane daxwaza min ew e ku hemû zarok û ciwanên me tev li xebatên muzîk û hunerê yên bi zimanê dayikê bibin. Ev yek ji bo nifşên pêşerojê pir girîng e. Divê hemû kes di vê mijarê de bi hestiyar tevbigere.” 
 
SERLÊDANÊN JI BO MUZÎKÊ DEST PÊ KIRIN
 
Turan, da zanîn ku serlêdanên ji bo qursa muzîkê dest pê kirine û ev tişt anî ziman: “Ji tembûrê heta piyano, keman û hwd. em perwerdeya gelek enstrumanan didin. Temenê serlêdêran divê herî kêm 5 be û her welatiyên dixwazin dikarin tev li qursan bibin. Em li bendê ne ku her ciwan û zarokên me yên dixwazin perwerdeya muzîkê bi zimanê xwe bibînin serî li Aryen Komê bidin.”