Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Romana nivîskarê di girtîgehê de Mahîr Bagok a bi navê “Henaseya Jiyanê” der çû. 
 
Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok a bi navê “Henaseya Jiyanê” ji aliyê Weşanxaneya Na’yê ve hat çapkirin. Pirtûka Bagok ku der çû di refên pirtûkfiroşên kurdî de cihê xwe girt. Mahîr Bagok ji xeynî romanan helbest û kurteçîrokan jî dinivisîne. 
 
MAHÎR BAGOK KÎ YE?
 
Mahîr Bagok di sala 1981’ê de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji dayik dibe. Ji ber xebatên xwe yên têkoşîna azadiyê ji sala 2005'an ve girtî ye û cezayê mubedê lê hatiye birîn. Bagok heta niha li girtîgehên bajarê Êlihê, Midyadê, Tokatê, Mêrdînê, Rihayê maye û niha jî li Girtîgeha Manîsayê girtî ye. 
 
Berhemên Bagok ku berê derketine jî wiha ne: "Deriyê Sibehê (Helbest) Weşanxaneya Lîsê 2011, Pênc Kulîlkên Zivistanê (Kurteçîrok) Weşanxaneya Lîsê 2012, Dewsa Ramûsanên Brûskan (Kurteçîrok) Weşanxaneya Lîsê 2014, Kefiyên Cihêreng (Roman) Weşanxaneya Lîsê 2016, Henaseya Jiyanê (Roman), Weşanxaneya Nayê 2022."