‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'

img
STENBOL - Hevserokên Komeleya Lêkolînên Kurdî behsa xebatên ji bo ziman kirin û gotin: "Em ji bo zimanê xwe, çanda xwe û azadiya gelê xwe hemû firsendan bi kar bînin." 
 
Atolyeyên payizê yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin. Di atolyeyan de dê dersên bi zaravayê kurmancî, kirmanckî û soranê bên dayîn. Hevserokên Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi û Remziye Alparslanê der heqê xebatên komeleyê de û zextên li ser kurdî axivîn. 
 
Sûbaşi diyar kir ku komeleya wan berdewama Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye ku di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin û got ku xebat û pirtûkên wan ên lêkolînê yên li ser ziman, dîrok û wêjeya kurdî hene. Sûbaşi bilêv kir ku bi navê Zendê kovarekê jî derdixin û wiha got: "Ji ber ku li dibistanan perwerdehiya bi zimanê kurdî tune ye, em van xebatên akademîk bi awayê perwerdehiya dibistanan bi rê ve dibin. Ji ber hindê armanca me, em xwendin û nivîsandina bi kurdî berbelav bikin û kurdî biparêzin." 
 
‘EV DER MALEKE KURDÎ YE'
 
Sûbaşi da zanîn ku ew biharê, payizê û havînê dersên kurdî didin û got ku ji xeynî 3 zaravayan ew dersên hewramî û kelhûrî jî didin. Sûbaşi destnîşan kir ku komeleya wan maleke kurdî ye û got ku ji bo parastina hemû zaravayên kurdî dixebitin. Sûbaşi wiha got: "Em dixwazin kurd jî van zaravaya hîn bibin. Ji lew re hemû zaravayên kurdî girîng in û divê bên parastin." 
 
ELEQEYA JI BO KURSAN
 
Sûbaşi bilêv kir ku eleqeyeke zêde ji bo xebatên wan heye û wiha got: "Xebatên me bala gelek derdoran dikişînin. Ji ber vê enstîtuya me tê naskirin. Ji lew re di warê kurdî de xwedî hişmendiyekê ne. Yanî di vî warî de jî eleqeyek heye. Her sal bi vî awayî bi hezaran kes tevlî kursên me dibin û bi van kursan kurdî hîn dibin an jî kurdiya xwe xurt dikin." 
 
Sûbaşi bilêv kir ku beşdarbûna ji bo kursan gelekî zêde ye. 
 
Sûbaşi destnîşan kir ku ziman di warê veguhastina hafizeya dîrokî de xwedî roleke girîng e û got ku her ziman xwedî cîhanek e û mirov gava daxilî nava vê cîhanê dibin, dibin xwedî azmûn û bîrên nû. 
 
PERWERDEHIYA JI BO ZAROKAN
 
Hevseroka komeleyê Remziye Alparslan jî diyar kir ku ji bo mirov karibin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin perwerdehiay bi kurdî didin û got ku di vê pêvajoyê de dest bi perwerdekirina zarokan jî kirine. 
 
Alparslan bal kişand ser helwesta dewletê ya li hemberî zimanê kurdî jî û got ku dewlet li hemberî kurdî polîtîkayeke qedexeker esas digire. 
 
ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ
 
Alparslan destnîşan kir ku heya kurd bi zimanê xwe perwerde nebin dê mirov nikare bibêje ev qedexe bi dawî bûye. Alparslan anî ziman ku divê gel li dijî van qedexeyan xwedî li zimanê xwe derkeve û wiha got: "Bila vê rastiyê bibînin û berbayî wan nekevind a ku zimanê wan ji dest wan neçe. Dikarin li malên xwe zimanê xwe biparêzin, dikarin ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin û bi vî awayî li ser pêyan bimînin." 
 
‘EM HER FIRSENDÊ BI KAR BÎNIN'
 
Alparaslan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê gelê kurd di warê zimên de hesas be û wiha got: "Ev kar bi awayekî pir sîstematîk dewam dikin û em bixwazin an jî nexwazin hin tişt bêyî haya me jê hebe bandorê li me dikin. Ji ber ku zimanê perwerdehiyê bi tirkî ye, ev yek dibe sedem ku em ji zimanê xwe dûr bikevin. Lê divê em baldar bin, em bi zimanê xwe leeqedar bibin, em hînî zarokên xwe bikin. Em ji bo zimanê xwe, çanda xwe û azadiya gelê xwe hemû firsendan bi kar bînin."