Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike

img
AMED – Komeleya Berî Her Tiştî Zarok di çarçoveya bernameya "Dengên bi kurdî ji cihanê" de wê 10 pirtûkên zarokan ên ji Weşanxaneya Aramê derketine bi deng biweşîne. 
 
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi piştgirîya Balyozxaneya Swîsreyê dest bi projeya "Dengên bi kurdî ji cihanê" kir. Komele dê di çarçoveya projeyê de 10 klasîkên zarokan yên cîhanê yên Weşanxaneya Aramê derketine bi deng biweşîne. Komele dê van pirtûkan bi deng biweşîne: "Tom Sawyer, Pollyanna, Robin Hood, Kontê Monte Kristoyê, Ger û Geştên Gulliver, Pinokyo, Oliver Twist, Kemanjenê, Piçûk, Masîreşkê Biçûk, Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojî De."
 
Di daxuyanîye de hat bilêvkirin ku hunermendên dublajê dê li studyoyên dengî bi dîyalekta kurmancîyê wergerên berhemên navborî bi deng tomar bikin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku paşê
 dê îmajan li hemû berheman zêde bikin û pirtûkên wan yên bideng hem li qadên bihîzbar hem jî li yên dîtbar ji bo parvekirinê amade bikin û di heman demê de dê pirtûkên bi deng hatine tomarkirin li ser medyaya dîjîtal û Zarok TV'yê bên weşandin.
 
Komeleyê armanca projeyê wiha ragihandiye:
 
“* Em piştgirîyê didin ku zarok berhemên nivîskî yên wekî klasîkên cîhanê bi zimanên xwe bixwînin.
 
* Em piştgirîyê didin ku bi saya pirtûkên bideng ên di zimanê dayîkî yê zarokan de, zarok zimanên dayîkê bi kar
 bînîn û wê bi pêş ve bibin.
 
*Em dixwazin amûran çêbikin ku zarokên ku zimanê wan ê dayîkî kurdî ye bi hêsanî xwe bigihînin wan.
 
* Em dixwazin pirtûkên bideng yên ku tên amadekirin bi rêya platformên dîjîtal, bi awayekî berbelav bigihînin ber 
destê zarokan.
 
 
* Em dê dabîn bikin ku zarokên bi dezavantaj yên ku di perwerdehiyê û jîyana sosyal û çandî de li astengîyan rast tên, xwe bi rehetî bigihînîn amûrên bi zimanê kurdî.”
 
Komeleyê ji bo piştgiriyê malavayiya balyozxaneya Swîsreyê û Weşenxaneya Aramê kir.