Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan

img

AMED - Hunermend Devrîm Demîr, bi lêv kir ku Nûdem Dûrak ji bo ku stranên kurdî gotiyê ceza lê hatiyê birîn û got: “Cihe Nûdem ne girtîgeh e li ser dikê ye. Wekî din jî Nûdem girtiyek nexweş e divê demildest bê berdan.”

Hunermenda kurd Nûdem Dûrak ji bo ku stranên kurdî gotine di sala 2015’an de li Şirnexê hat girtin û 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Nûdem Dûrak a 7 sal in di girtîgehê de ye, niha jî li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê tê ragirtin. Heta niha gelek stranbêjan piştgirî da kampanyaya ji bo piştgiriya hunermenda kurd Nûdem Dûrak li ser medyaya dîjîtal hatiye destpêkirin. Hem hunermendên kurd hem jî gelek hunermend û stranbêjên biyanî li ser medya dîjîtal ji bo azadiya Nûdem Dûrak bangawazî kirin. Hunermenda kurd Devrîm Demîr jî têkildarî rewşa Nûdem Dûrak ji ajansa me re axivî.
 
‘CIHE NÛDEMÊ NE GIRTÎGEHE LI SER DIKÊ YE’
 
Demîr, derbarê cezayê ku li Nûdem Dûrakê hatiyê birîn de, balkişand ser polîtikayên dewletê yên li ser ziman û hunera kurdî û wiha got: “Dema mirov li rewşa Nûdemê dinêre, mirov dizane ku polîtîkayên dewletê yên li dijî çand, huner û zimanê kurdî di çi astê de ne. Dereke cîhanê tûneyê ku ji bo stran gotine 19 sal ceza li stranbêjan were birîn. Ew jî bêtehamûliya serdestan a li dijî civakeke bindest dide nîşandan. Nûdemê ji bo ku stranên kurdî gotiye 7 sal in di girtîgehê de ye. Nûdem hunermend û stranbêja kurd e, cihê Nûdemê ne girtîgeh e li ser dikê ye. Wekî din jî Nûdem girtiyek nexweş e divê demildest bê berdan.”
 
‘DIXWAZIN PÊŞIYA HUNERA KURDÎ BIGIRIN’
 
Demîr, destnîşan kir ku 90 sal in gelek hunermend, rewşenbîr û stranbêjen kurd rastî tundî û zextên dewletê hatinê û politikayên dewletê yên li dijî hunermendên kurd wiha vegot: “Di dema xwe de gelek kes hatin ceza kirin, ketin girtîgehan, gelek ceza li wan hatin birîn. Mixabin niha jî ev yek berdewam dike. Muzîkjênên me dema derdikevin ser dike rastî gef û heqaretan tên. Dixwazin pêşiya wan bigirin, gotina stranên tirkî li wan ferz bikin. Her tim rastî mudaxeleyan tên. Ev ne tiştekî ku were qebûl kirin e. Hewceye tu hunermend ve nêzîkatiya hem li ser zimanê xwe hem jî li ser hunera xwe qebûl nekin. Ji xwe li dijî van polîtîkayan tekoşînek jî tê meşandin.”
 
‘HUNERMENDÊN KURD XETA XWE YA TÊKOŞÎNA HUNERÎ DIPARÊZIN’
 
Demîr, di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku bi salan e hunermend, rewşenbîr û stranbêjên kurd li dijî polîtikayên dewletê têdikoşin û got: “Her roj em di nûçeyan de dixwînin li cihekî lîstikeke şanoyekê tê qedexekirin, konserek tê asteng kirin, muzîkjên tên binçavkirin. Huner di civakê de xwedî roleke girîng e û bandora wê heye. Bi çand û hunerê, zimanêk hebûna xwe diparêze. Ji ber wê jî dixwazin ku peşiya hunerê û hunermendan bigirin. Dema rol û mîsyona hunerê baş tê fehmkirin, hemberî wê zext jî pêş dikevin. Lê çawa ku 90 sal in, hunermend û muzîkjenên kurd li berxwedane û tekoşiyane, îro jî xeta xwe ya tekoşîna hunerî diparezin.”
 
‘PIŞTGIRIYEKE XURT HEWCEYE’
 
Demîr, anî ziman ku ji bo Nûdem Dûrak bê berdan piştgiriyek xurt hewceye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her hunermend û rewşenbîrên kurd hewceye ku xwe ji rewşa Nûdemê re berpirsyar bigirin û piştgiriyê bidin. Ji bo bê berdan kampanyayên cûr bi cûr bidin meşandin. Niha em dibînin ku di cihanê de rewşa Nûdemê bûye rojev, gelek hunermendên biyanî jî bi daxuyaniyan piştgiriyê didin. Ew jî pir matmayî dimînin ku çawa hunermendek ji bo stranên xwe tê cezakirin. Helbet ew di serî de peywîra me ye. Peywîra hunermendên kurd e. Ji ber wê kampanya be, çalakî bin, çi pewîst be divê bê kirin.”