Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide

img

ÎDIR - Ersîn Adiyaman ku 5 sal in kilamên dengbêjiyê dibêje, bi deng û awaza xwe balê dikişîne ser xwe. 

Li Taxa Ozgurlukê ya Îdirê Ersîn Adiyaman ê 15 salî, bi dengê xwe yek ji dengbêjên herî berbiçav e. Adiyaman, di Newroza Îdirê de derket ser dikê û bi kilamên xwe bala her kesî kişand ser xwe. Adiyaman, havînan tevî malbata xwe berê xwe dide Zozana Xanê û heya dawiya havînê şivantiyê dike. Adiyaman, destnîşan kir ku rojê herî kêm 3 saetan distrê û armanca wî dengbêjiyê bidomîne. Ersîn, bilêv kir ku daye ser rêya dengbêjên wekî Şakiro, Zahiro, Nûriyê Qerekose û gelekên din û heya sax be dê xwedî li kelepora kurdî derkeve. 
 
 
JI 10 SALIYA XWE VE DISTRÊ
 
Dengbêj Ersîn, bilêv kir ku ji zarokatiya xwe ve bala wî li ser kilaman e û 15 kilaman ji ber dizane. Dengbêj Ersîn got: "Min ji ber rewşa aborî niakribû bixwîne. Ji bo aliyê malbata xwe bikim havînan şivantiyê dikim. Mirov pir dengê min diecibînin û ji ber zimanê min kurdî ye, min jî biryar lê da ku kilaman bibêjim. Min ji 10 saliya xwe ve şivantî dikir. Bavê min telefonek ji min re stend. Min jî di telefonê de gotinên kilaman ji ber kir û paşê min ew gotin. Gava mirovan kilam ecibandin vê carê ez li ser Şakiro hûr bûm û ez tiştên cuda hîn bûm. Ji bo xwe bi pş ve bixim û tiştekî li çanda kurdî zêde bikim min gelek kilam jiber kirin." 
 
Dengbêjê biçûk dibêje ew pir ji zimanê xwe hez dike û lewma her tim dixwaze zimanê xwe û çanda dengbêjiyê hîn bibe. Dengbêj Ersîn destnîşan kir ku divê civak xwedî li kelepora dengbêjiyê derkeve û wiha got: "Derfet kêm bin jî ez ê dev jê bernedim. Ez dixwazim gelek kilamên din jî ji ber bikim. Ez dixwazim bi vî awayî bersiva kesên ku dixwazin zimanê me qir bikim bidim." 
 
‘EM KÊFXWEŞ IN’
 
Bavê Ersîn, Mûrat Adiyaman jî diyar kir ku kurê wî Ersîn pir ji muzikê hez dike û got: "Kurê min pir ji kilamên kurdî hez dike. Bi taybetî jî kilamên rehmetî Şakiro. Em malbat kêfxweş in ku kurê min li gor çanda xwe tevdigere. Em dixwazin di vî warî de xwe pêş ve bibe. Ersîn tim kilaman jiber dike. Li jiyana dengbêjan mêze dike û wan texlîs dike. Wek xwişk û birayên xwe ne bi lîstikan, bi kilaman re bilî dibe." 
 
Adiyaman, destnîşan kir ku kurê wî dixwaze di warê muzîkê de xwe pêş ve bibe, lê derfetên wan kêm in û wiha got: "Em havînan diçin zozanan sealvaniyê dikin. Zivistanan jî em tên navenda bajêr. Kurê min jî li zozanan şivantiyê dike. Her kes dengê wî diecibîne. Cran ûx izm êvaran tên cem me û dixwazin Ersîn bsitrê. Em dixwazin xîtabî girseyeke mezintir bike, lê rewşa me ya aborî ne baş e. Û li Îdirê cihekî ku biçê û xwe pêş ve bibe jî tune ye. Em dixwazin wisa dewam bike. Jixwe kilamên me tên jibîrkirin. Tenê ne kurê min divê hemû kesên bala wan li ser kilaman vê kelepora bidomînin." 
 
MA / Hakan Yalçin