Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir

img

AMED - Akademiya Ma Musicê di 5 salan de perwerde da 4 hezar û 59 zarok û ciwanan. Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar behsa projeyên heyama nû kir û got: “Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin. Ev gotin ne slogan e, ev berxwedanek e.” 

Konservatuara Aram Tîgran di sala 2010’an de di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatibû damezrandin. Piştî ku qeyûm di mijdara 2016’an de tayînî şaredariyê hat kirin, konservatuar bi destê qeyûm hat girtin. Bi dû girtina konservatuarê re muzîkjen û xebatkarên wir bêkar man. Muzîkjen û mamosteyên li wir piştî demekê di 4’ê Adara 2017’an de Akademiya Ma Musicê damezrandin. Xebatkarên Akademiyê di van 5 salan de Koroya JinMa, Koroya Zarokan, Orkestraya Ma, Orkestraya Rîtmên Xwezayî, Zarok Ma û Akademiya Dengbêjiyê ava kirin. Ma Music a ku bi hilberîn û perwerdehiya xwe bûye navnîşana muzîka kurdî di nav van 5 salan de perwerdehiya muzîkê ya kurdî da 4 hezar û 59 zarok û ciwanan. 
 
Ma Music dê îro bi armanca salvegera damezrandina xwe li Şanoya Bajêr a Amedê saet li 19.00’an dê bi beşdariya dengbêjan dê şahiyek li dar bixe. 
 
Kordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar derbarê vê heyama 5 salan de û armancên akademiye de ji ajansa me re axivî. 
 
PERWERDE DANE 4 HEZAR 59 KESAN 
 
Kanîwar destpêka axaftina xwe de spasiya kesayet û rêxistinên sivîl ên piştevanî dane wan kir  û got: “Çimkî di van 5 salan de qet me bi tenê nehiştin. Her roj hem di warê madî û hem jî di warê manevî de li cem me bûn.” Kanîwar diyar kir ku piştî ku qeyûm hat tayînkirin bêkar mane û got: “Em di nava du vebijêrkan de man. An me yê dest ji muzîkê berda biçûna malên xwe an jî me yê soza ji bo zarokan dabû bianiya cih. Ji ber vê yekê divê me vê soza xwe ya dîrokî bianiya cih. Ji bo em vê xebata xwe li Kurdistanê bidomanda, em ketin rê. Di bin banê Ma Musicê de me di 5 salan de perwerdeya muzîkê ya bi kurdî da 4 hezar û 59 zarok û ciwanan. Ev ne hejmarek hindik e.” 
 
DERBE LI ASÎMÎLASYONÊ XISTIN E 
 
Kanîwar destnîşan kir ku ew xizmeta çand û zimanê kurdî dikin û wiha got: “Me bi xebata xwe derbeyek li asîmîlasyonêda. Ev tenê ne hejmarek matîmatîksel e. Dema meriv nirxên polîtîk û manevî jî difikire, ev serkeftinek mezin e. Ji bo me sînorek nîne. Ji pitikan bigire heta mezinan her kes dikare were li vir perwerdehiya muzîkê bigire. Helbet însan ji vê hejmarê kêfxweş dibe. Bi piraniya şagirtên me jî zarokên keçik in. Ev jî ji bi guhertin û veguhertina civakê tiştek xweş e. Zarokên keçik di temenê biçûk de ji bo azadiya civak û jinan di xebatên çandî de cih digirin. Ev şagirtên me ji bo siberojê hêvî didin me.” 
 
ŞAGIRT BÛN NIHA BÛNE MAMOSTE 
 
Kanîwar behsa piştî girtina konservatuarê kir û wiha axivî: “Beriya em Ma’yê vekin me xebatên xwe lig elek malan didomand. Akademiya zarokan rojek jî nesekinî. Me sê mehan li malan ders da. Piştî Ma Music jî vebû her sal zarokên temenê wan di navbera 6 -14’an de hema bêje 150 zarok hatin perwerdekirin. Ew zarokên li akademiya zarokan niha li Ma Musicê bûne perwerdekar. Dersên me bênavber tên dayîn. Di destpêkê de fikara me ew bû ku kes neyê serî li me ned. Lê belê pişt re me nihêrî di salekê de ji hezarî zêdetir serlêdan hatine kirin. Niha jî em di salvegera xwe ya 5’emîn de ne. Me hin serlêdanan rawestand. Çimkî cihê me nîne. Me div an 5 salan de eleqeyek mezin dît û xwedî li akademiyê hat derketin. Ji bo ku em xwe bigihînin bêtirîn zarokan em perwerdekarên xwe bi leztir dikin.” 
 
JI BO GELÊ KURDISTANÊ DIXEBITIN 
 
Kanîwar da zanîn ku ew her kesên ku dixwazin kedê bidin muzîkê wan têdigihînin û got: “Em tenê stranbêj û kesên estrûman lê didin fêr nakin. Em kesên kul i studyoyê bixebitin, nota dinivisînin, deşîfrasyonê dikin, gund bi gund digerin stranên kurdî berhev dikin, stranan dibêjin û ji bo gelê Kurdistanê dixebitin têdigihînin. Wek nimûne, beriya em Zarok Ma’yê vekin, me bi 8 zarokan li malan dest bi vê perwerdehiyê kir. Qadek xebatek pîlot bû. Lê niha qonaxa em gihîştinê li ber çavan e, cihek perwerdehiyê ye û 300 xwendekarên wê hene. Temenê wan di navbera 4 mehî û 5 saliyan de ye. Di cîhanê de mînaka vê yekê nîne. Tekane cihê ku bi kurdî perwerdehiyê dide ye. Di salên pêşiya me de em gavên mezintir biavêjin. Em ê ji neçarî van gavan biavêjin, çimkî hêviya xelkê Kurdistanê ji me heye. Lewma her sal divê em ji sala bihûrîtir xurtir bin. Divê me gavên ji bo heta 50 sal pêşiya me biavêjin.” 
 
JI BO KURDÎ BÛNE PIR 
 
Kanîwar bal kişand ser girîngiya damezrandina Akademiya Dengbêjiyê û wiha pêde çû: “Me ji bo akademiya dengbêjiyê perwerdekar jig elek cihan anî. Me ji Rohilatê Kurdistanê perwerdekarek anî. Me ji Geverê perwerdekarek anî. Dengbêjî ne wek tiştek muzexane û dîwanxaneyê were veşartinê ye. Yanî ne ew  e ku her şev dîwan were danîn û şevbihêrka dengbêjan bê lidarxistin. Ji bo em vê çanda xwe zindî bihêlin û qirika kurdî bidin fêrkirin me vê akademiye vekir. Niha li vê akademiya me 40 zarok hene. Li vir baştir fêr dibin ku stranên kurdî bistrin. Dibe ku ne wek Şakiro an jî dengbêjek din bin, lê belê qet nebe wê xwedî li wê çandê derkevin. Em wek Ma Musicê xwe wek pirekê dibînin. Wek pirek raboriya muzîka kurdî û siberoja muzîka kurdî ye. Heke em vê pira çanda kurdî bi hêz bihêlin, tiştên ji sedan salan ji bo me maye, em jî dikarin bigihînin nifşên siberojê.” 
 
PROJEYÊN HEYAMA SIBEROJÊ
 
Kanîwar anî ziman ku ew tenê ne bi zaravayê kurmancî xebatên xwe dikin, di heman demê de bi zaravayên kirmanckî û soranî jî xebatên xwe dikin û wan di vê çarçoveyê de 45 stranên zarokan amade kirine. Kanîwar diyar kir ku wan du klîbên ku akademiya wan amade kiriye gihandine temaşevan û guhdaran û wiha domand: “Me di 5 salan de heta niha dikaribû du klîban amade bikin. Çimkî ji van 4 hezaran ji sedî 50’iyê wê kar birêve dibin û perwerde didin. Em sala 2022’yan jî bikin sala hilberîna stranên kurdî. Em ê ji niha şûn ve jî her sal stranek bijêrin û klîba wê çêbikin. Nexasim em stranên gelerî yên kurdî aranje dikin û ji bo xelkê xwe amade dikin. Em ê di meha adarê de jî klîba xwe ya 3’yemîn belav bikin. Em ji niha ve mizgîniya wê bidin. Di aliyê din de jî em pêşxitina materyalên xwe xebatên xwe didomînin. Her sal em ê pirtûkek enstrûmanek di metoda kurdî de amade bikin. Projeyek me nû heye. Ji bo ku em xebata xwe ango perwerdehiya xwe ya li vir didin û bigihîje bi milyonan kes em ê aplikasyon amade bikin. Li ku dera dinyayê dibe bila bibe kesên bixwaze xwe bigihîne perwerdehiya me ya li vir dê pê li aplikasyona Zarok Ma bike û sûdê ji me bigire. Em ê tevahiya perwerdehiyên xwe li malpera xwe bar bikin. Çimkî ne mimkin e her kes bi awayê fizikî xwe bigihîne me.” 
 
DIXWAZIN TECRÛBEYEÊN XWE FÊRÎ CÎHANÊ JÎ BIKIN 
 
Kanîwar anî ziman ku ew ê bi dirûşma “Li her derê muzîk, ji bo her kesî muzîk” wê tenê bi Amedê re sînordar nemîne û got: “Me li cihên wek Silopiya, Cizîrê, navçeyên Amedê, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê jî xebatên zarokan birêve birin. Em ê wek Ma Musicê çi ji destê me were her sal xwe bigihînin zarokên hin bjaran. Li derveyî welat li Hollanda û Amsterdamê jî nêzî 500 zarok fêrî muzîka kurdî bûn. Em dixwazin muzîka kurdî bi zarokên wir jî bidin nasîn.”
 
‘XEBATÊN ME LI MEKANAN BICIH NABIN’ 
 
Kanîwar da zanîn ku ew ê wek her sal îsal jî salvegera xwe pîroz bikin û wiha got: “Em li vir bûn, em li vir in û em ê li vir bin û xebata xwe bidomînin. Ji bo pîrozbahiya salvegera saziyê, me dîwana dengbêjan amade kiriye. Mêvanên me ji Wanê û Qerejdaxê tên şeva me. Em ê li Şanoya Bajêr a Amedê şeva xwe li dar bixin. Me dixwest bi hezaran xelkê me were beşdar bibe lê mixabin eywana me gelek biçûk e. Em nikarin gazî her kesî bikin. Lê meseleya me jî ev e. Em di van eywan û dikan de bicih nabin. Mekanên wan gelek mezin hene lê vala dimînin. Bêruh in, bêrmanc in. Talanê dikin, xera dikin û asîmîle dikin. Mekan têra me nakin. Lê em dîsa jî hildiberînin, xebatê dikin, xweş dikin û destûr nadin asîmîlasyonê.” 
 
SOZA BERXWEDANÊ 
 
Kanîwar destnîşan kir ku zext, astengî û qedexeya li ser ziman, çand û hunera kurdî hêj didome û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Sal bûye 2022 lê hêj stranên kurdî li kolanan qedexe ye. Lê em jî dibêjin wê stranên kurdî her hebin û bimînin. Logoya me jî tê wê maneyê. Em li ser muzîkê rawestiyan e. Em ê nehêlin zimanê gelê me winda bibe û em ê bikin her tim zindî bimîne. Em ê her tim stranên Kurdistanê bistrin û soza xwe bînin cih. Heta ku em nefesê bigirin û bidin, em ê stranên kurdî bêjin. Ev 5 sal in em distirin, em ê 500 salên din jî bistirin. Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin. Çimkî me gotibû û soz dabû, ‘Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin’. Ev gotin ne slogan e, ev berxwedanek e.” 
 
MA / Eylem Akdag