Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin

img
AMED - Weşanxaneya Aramê, ji kategoriyên dîrok, bîranîn, roman, felsefe, lêkolîn, helbest û çîrok 3 jê kurdî 10 pirtûkên nû çap kirin. 
 
Weşanxaneya Aramê pirtûkên ku di destpêka meha çile de mizginîya wan dabû çap kir. Xwendekarên ku ev demeke li benda pirtûkên "Efsûna Welatê Min", "Bihara Bêdawî", "Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen", "Bilginin Oluşum Tarihi", "Tarihi Canlı Yaşamak", "Esmer Yara Beyaz Kurt", "Gidenlerin Ardından", "Tek Tanrılı İlk Din: Yahudilik", "Tasavvuf Üzerine Düşünceler" û "Troya Ayini" bûn, êdî dikarin ji pirtûkxaneyan û malpera Aramê van pirtûkan peyda bikin.  
 
BIHARA BÊDAWÎ
 
Ji danasîna romana "Bihara Bêdawî" a Ergîn Atabey beşek: "Li derekê hîşhîşa hêspan hat guhê wî. Ji dûr ve qefleyek sîwariyan dixuya. Dêhna xwe dayê ku Sîdar, Elefterya, Şemsa, Mordem, Mehsûm û wan jî di nava sîwariyan de ne. Her ku nêz bûn wî hevalên xwe yên gund jî nas kirin. Sîdar bi hefsarê hespek kumêt a reş û zînkirî girtîbû bi xwe re dianî. Serê pozê wî spî, dêliya wî dirêj bû. Her lingek wî mîna stûnek biriqî bû. Dikir hîşînî û radibû pêdarê. Bijiyên wî yên direj li ba diketin û toz ji ber simên wî radibû. Mordem derket pêş û got: “Ev hespê kumêt me ji bo te anî.” Bi gurminiyekê re dîmen hemû winda bûn. Her der di malzaroka zilmatê de hat veşartin. Ava sar lê dikirin û ji kur ve dengek dihat."
 
REXNEYÊN LI SER CIVAKNASIYA NÛJEN
 
Di danasîna "Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen" a Sertacê Karêzî de wiha tê gotin: "Di berhemên gelek civaknas, ramanwer û feylezofên nûjen de tişta herî zêde ku tên dîtin, qutbûna wan a ji civakê ye. Mirov dibêje qey ji esmanan li civakê dinêrin û dinirxînin. Terxên wan ên analîz, lêkolîn û nirxandinan wekî ku ew kirdeyekî li derveyî civakê ne û civak jî heyberekî li derveyî wan e. Wekî ku hebûnên li dorê hev bin şikil girtiye. Mirov dibêje qey neendamekî civakê ne, haja wan ji rewşa civakê nîne. Wê civakê qet nas nakin. Tê de nejiyane. Ji cîhanekî din hatine û hewl didin ku bi analîz û ezmûnan wê cîvakê fêhm bikin. Bi rastî jî, berhemên wan wekî ku ji hêla kesên biyaniyên cîvakê ne ve vehatine amade kirin. 
 
Ev nêzikatî jî xeletiyê wêdatîr, sekn û hişmendiyek ku hatîye rûniştin. Lewma ew rastî zû bi zû bi niyetên baş û bi hewildanên ferdî derbas nabe. Pirsgirêkek esasî li pişt sedema vê encamê veşartiye. Ew çi tişte ku dibe sedema qutbûneke bi vî avayî? Esas divê ew hişmendî were peydakirin. Yên din encam in. Berhem û xebata wan jî, ji xwe encamên wê hişmendiyê ne. Ew encam jî dibin sedem ku naveroka xebatan bi pirsgirêk be. Tişta ku bi xwe pirsgirêk be, wê çawa ji civak û ji zanistê re bibe rênîşek."
 
EFSÛNA WELATÊ MIN
 
Kemal Yigit bi çîrokên ku di berhema 'Efsûna Welatê Min' de cih dayê derdikeve pêşberî xwendekaran. Ji danasîna pirtûkê beşek: "Ez û dayika wê, em pê re çûbûn heta termînalê. Bi maç û hembêz me ew heta nava otobêsa wê oxir kiribû. Otobêsa wê diviya rabûba lê ranebûbû, mabû. Li benda hatina kesekî bû. Em li derve, li ber otobêsê, Gulperîka min di hûndurê wê de, dêmên rûyê wê bi camê ve zeliqî, bi çavên şil li min û dayika xwe dinêrî. Dayika wê jî wekî wê digiriya. Min jî dixwest ez bigirîm û agirê di nava dile xwe de bi hêstirên çavên xwe sar bikim. Lê min pêlî dilê xwe dikir û ez nedigiriya. Ew dêmên wê yên dagirtî yên sorik ku bi cama otobêsê ve zeliqandî, xwestekeke har û dîn xiste dilê min. Xwesteka ku ez herim cara dawî wê bigirim ber hembêza xwe û ramûsînim. Her çû dîn û har bû. Xwe da ser tevayê êş û derdan û xwe li tevayê hebûna min rapêça û zeft kir. Lê, li hember wê car din jî min xwe zeft kir, şidand û şidand. Min xwe ji kirina wê girt. Ez fikirîm ku eger ez vê bikim, ez dê çûna Gulperîka xwe ji bo wê zehmetir bikim. Min ji xwe re ew heq nedît. Lê va ye, hêj jî agirê wê xwesteka min a bêmirazmayî di dilê min de. Hêj jî wekî xwe û wê gavê bi tîn, har û şewat, dîn.”
 
PIRTÛKÊN BI ZIMANÊ TIRKÎ
 
Weşanxaneyê her wiha bi zimanê tirkî jî 7 pirtûk çap kir. "Bilginin Oluşum Tarihi" ya Nihat Ekmez, "Tarihi Canlı Yaşamak" a Hayri N. Berfin, "Esmer Yara Beyaz Kurt" a Zerrin Yilmaz, "Gidenlerin Ardindan"a Îsmail Tuzun, "Tek Tanrılı İlk Din: Yahudilik" a Naif Ozkiliç û "Troya Ayini" ya Suleyman Yildirim jî xwendekar dikarin ji malpera Aram'ê bistînin.