Ji Weşanên Enstîtuya Kurdî 2 pirtûkên nû

img
STENBOL - Pirtûkên bi navê Gulîsinêm û Cindî ku bi zaravaya kirmanckî hatine nivîsandin ji aliyê Weşanên Enstîtuya Kurdî ve hatin weşandin.
 
Pirtûkên bi navê Gulîsinêm (Estanikanê Licê ra) û Cindî  (Estanikanê Çewlîgî ra) ku bi zaravaya kirmanckî û bi berhevkirina çîrokên bajarên kurdan hatine nivîsandin ji aliyê Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya girêdayî Komeleya Lêkolînen Kurdî ve hatin weşandin. 
 
Her du pirtûk jî ji aliyê Alî Aydin Çîçek ve hatin nivîsandin. Çîrokên ku Çîçek wan di pirtûkê de gihandiye hev bi salan li bajarên kurdan di nav gel de tên vegotin û weke mîrateyeke çandî hebûna xwe diparêzin. 
 
Pirtûka bi navê Cindî, bi vegotinên Pakîze Kîşîn a li Stenbolê dijî hatiye nivîsandin. Di pirtûkê de 22 çîrokên li Çewlikê hene. 
 
Pirtûka bi navê Gulîsinêm bi vegotinên çîrokbêj Cemîl Pektaş hatiye nivîsandin. Gulîsinêm jî ji 12 çîrokên li navçeya Licê ya Amedê tên vegotin pêk tê.