Li Fîskayayê plana rûxandina çandî!

img

AMED - Bi hinceta "qada xetere" tê xwestin ku Taxa Fîskaya û Ferîtkoşkê bên xerakirin. Welatiyan diyar kir ku dê nehêlin taxên wan bên xerakirin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî anîn ziman ku armanc guherandina sosyolojiya bajêr e. 

Tê gotin dê Taxa Fîskaya bi navê xwe yê dîtir Dîcle û Taxa Ferîtkoşk ên navçeya Yenîşehîr a Amedê bên xerakirin. Ev taxên ku nêzî 10 hezar kes lê dimînin di 18'ê Tebaxa 2017'an de bi îmzeya Serokkomar Tayyîp Erdogan wekî "qada xetere" hatin îlankirin. Tê diyarkirin ku dê avahiyên her du taxan bên xerakirin û şûna wan bikin qadeke hêşîn. 
 
Şêniyên her du taxan naxwazin taxên wan bên xerakirin.
 
Şêniya Fîskayayê Salîha Kiliç, debara xwe bi zebze û fêkiyên li Hewselê şîn tên dike. Kiliç, anî ziman ku xaniyê wan ê 4 qatî ne bi buhayê daîreyekê yye jî û got: "Kirêyên li vir li gor ên nava bajêr ne biha ne. Tim dixwazin van deran xera bikin, lê ev der ji gelek deveran xweştir e." 
 
‘NAXWAZIM BIÇIM'
 
Xanim Can ku 50 sal in li taxê dijî got: "Naxwazim biçim. Ez ji vir hez dikim û naxwazim xaniyê xwe bifiroşim. Bila ne xanî bidin min ne jî xaniyê min xera bikin. Jixwe fiyetê dibêjin jî ne tu pere yye. Heger me têxin bin deynan, ez ê nikaribim bidim." 
 
Îhsan Kûrtûlûş jî anî ziman ku tiştên tê serê wan mexdûriyet e û ji bo xaniyê wî 67 hezar lîre teklîfî wî hatiye kirin û xaniyê li TOKÎ'yê jî nêzî 220 hezar TL ye. Kûrtûlûş, destnîşan kir ku naxwaze desv ji cîranên xwe berde û got: "A tê kirin rûxandineke mirovan e. Bila dev ji me berdin. Em tax ek in. Çanda me, mirovahiya me qirêj nekin. Heger hûn Fîskayayê xera bikin, hûn ê mirovahiyê xera bikin." 
 
‘DIKARIN RESTORE BIKIN' 
 
Hatîce Varan jî bal kişand ser çanda her du taxan û got: "Li vir jiyaneke kolektîf heye. Heger ev dîmen nexweş xuya bike, nexwe dikarin restore bikin." 
 
'EM XANIYÊ XWE NADIN' 
 
Keyayê Taxa Dîcleyê Vahît Kelekçî jî anî ziman ku tê xwestin hemû avahî bên xerakirin, lê belê pereyê tê teklîfkirin qebûl nekirine. Kelekçî, got: "Em nikarin ji bin mersrefê nav bajêr derkevin. Tenê meaşekî me yê teqawidbûyînê heye. Lewma em naxwazin xaniyê xwe bidin." 
 
Şadiye Kelekçî jî ku li qatê bin 2 kûçikan û bi sedan mirîşk xwedî dike got: "Ez her roj çend caran diçim cem heywanan. Li vir axurê me heyye û em heywanan xwedî dikin. 2-3 caran hatin. Em nizanin dê çi jî çêbikin, lê tenê dibêjin 'em ê xera bikin.' Nabêjin wê kengî xera bikin. Em xaniyê xwe nadin. Heger xera dikin, bila bi ser me de xera bikin. Em ji vir biçin em ê çawa bijîn?" 
 
Hevserokê Odeya Plansazên Bajêr a Amedê Çekdar Taşkiran jî têkildarî mijarê axivî. Taşkiran anî ziman ku di biryara "qada xetere" de hatiye diyarkirin ku avahiyên li taxa Dîcle û Ferîtkoşkê qaçax in û dê ev tax bên veguherandin. Taşkiran, anî ziman ku dê bi veguherandinê piraniya avahiyan bên xerakirin û li şûna wan qadên hêşîn û werzîşê bên çêkirin. Taşkiran, destnîşan kir ku a rast tişta tê xwetsin li van taxan bê kirin, wekî Sûrê, dixwazin hem fîzîka erdnîgarya kurdan hem jî hêla wê ya civakî biguherînin. 
 
'NAHÊLIN EM DAXILÎ NAV BIBIN'
 
Taşkiran, anî ziman ku ji ber vê gava behsa veguherandina bajêr tê kirin, ew rêxistinên civaka sivîl pir diqilqilin û got: "Em ji bo vê serî li wezaretê didin ji bo agahîwergirtinê, lê serlêdanên me nayên bersivandin. Odeyên pîşeyan divê daxilî nav pêkanînên wekî veguherandina bajêr bibin, lê mixabin me daxilî nav tu pêvajoyê nakin." 
 
BAJARÎ TÊN CEZAKIRIN
 
Taşkiran, anî ziman ku di projeyê tê xwestin qadeke cihê hêşînahî û werzîşê lê heye bê afirandin, lê belê aqûbeta xwediyên avahiyên bêruxset di projeyê de nehatiye diyarkirin. Taşkiran got: "Di vê pêvajoyê de ku mirov nikarin debara xwe bikin û betalî pir zêde bûye, pêkanînên bi vî rengî yên bi hincetên ewlehiyê tên kirin, bajarî tên cezakirin." 
 
ÇANDA TAXÊ
 
Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli jî diyar kir ku a tê kirin ne li gor pêdiviyên di warê çandî, aborî an jî tenduristiyê de ye, a tê kirin "veguherandineke rantî" ye. Işikli, destnîşan kir ku bi çêkirina TOKÎ'yan awayê civakî û sosoyolojîk ê bajêr tê guherandin û got: "TOKÎ, avahiyên yektîpî ava dike û mirovan di gettoyê de asê dike. A ku dixwazin li Fîskayayê bikin jî ev e. Xeyaleke wan a ku Toledoyekê çêbikin hebû. Gava vê dikin ku bêyî ku haya wan ji binyyada bajêr hebe, bajarekî nû ava dikin. Ev bi destê TOKÎ'yê tê kirin. Sedema vê jî ew e ku awayekî din ê mirovan biafirînin û çanda Fîskayayê bi temamî ji holê rakin." 
 
BIŞAVTIN 
 
Işikli, anî ziman ku bi vî awayî tê xwesn ku sîlueta bajaran jî biguherînin û got: "Veguherandina bajarên herêmê bişavtin e. Bi veguherandina bajaran dibe ku bajar bên bişavtin. Mirov bi şûngehên heyî û jiyana xwe ya berê dibin xwedî bîrek. Niha gava em di çarçoveya krîza aekolojîk de li tiştên diqewimin mêze bikin; bi HES, bendav û şewatên daristanan gundan vala dikin. Sûr, Rean û Fîskayê wan kesan e ku rewşa wan a aborî pir nebaş e." 
 
MA / Ceylan Şahînlî