Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê

img

ÎDIR – Li Îdirê ciwanên azerî, bi lîstika “kose” derî bi derî geriyan û Cejna Newrozê pîroz kirin.

 
Li Îdirê, duh êvarê ciwanên azerî derî bi derî geriyan  bi lîstika “kose” Cejna Newrozê pîroz kirin. Ciwanên ku ser û çavê xwe bi arvan û boyaxan girtibûn, bi kilaman hem kêf kirin hem jî kêfa malên ku çûnê anîn. Di kêliya pîrozbahiyên ku dîmenên rengîn derketin holê de welatiyan gelek kêf kirin û matmayî man. 
 
Mehmet Alî Yildiz ku ciwanan Newroza wî pîroz kirin, da zanîn ku 3 sal in pîrozbahiyên bi vî rengî tên kirin û got ku ji Enqerê tê dema ku ciwanan dîtiye gelek kêfxweş bûye. Yildiz, piştî ku cejna Newrozê ya ciwanan pîroz kir diyarî da wan. 
 
Welatiyê bi navê Gunduz Yaşar jî k ciwan hatibû pîrozkirina cejna wî, diyar kir ku bi lîstikên bi vî rengî ku çanda wan tê berdewamkirin gelek kêfxweş dibin. Welatiya bi nave Ozge Orhangazî jî bi lêv kir bi hatina ciwanan gelek kêfxweş bûye û got, ‘Newroz pîroz be.’
 
LÎSTIKA KOSE
 
Di serî de li Îdirê li gelek bajarên herêmê bi salan e bi lîstika “Kose” Cejna Newrozê tê pîrozkirin. Di lîstika kose ku li hin cihan weke “Kosa Kosa” jî tê binavkirin de ciwan, zingilan dikin sitûyê xwe û ser û çavê xwe bi arvan û boyaxan dikine halekî pêkenok. Di lîstikê de kesê weke bûkê tê xemilandin “kose” ye û zivistan, serma û pirsgirêkan temsîl dike. Di lîstikê de manî tên xwendin “kose” dimire û kesê ku biharê temsîl dike sax dimîne. Malên ku lîstik li wan tê leyîstin jî diyarî didin ciwanan. 
 
MA / Dîndar Karataş