Ji hişekî bîrewerî welidî li derdora welatekî bênav tevnek raçand: Orok

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Romana "Orok" a H. Kovan Baqî ji Weşanên Lîsê derket. Diyalog û monologên ji hişekî bîrewerî diwelidin, li derdora welatekî bi binyat lê bênav! tevnek raçandiye... Xwîner bêyî hay jê çêbibe ha dibîne ku li peşberî kitaneke spî, li siya Zeyno û Fendo temaşe dike û li nitqên wan dihese.

 
Romana "Orok" a H. Kovan Baqî ku ji Weşanên Lîsê derket, du pirtûkan di xwe de dihewîne. Pirtûka yekem "Sî’bera Zeyno" ye. Ev pirtûk di 2017'an de ji hêla Weşanên J&J’yê ve hatibû çapkirin. Nivîskar weke berdewamiyê, "Sîya Gotinê" nivîsî û di Orok’ê de cih da van herdu pirtûkan. 
 
Xwendevanên ku cara destpêkê dê deriyê zimanê nivîskar H. Kovan Baqî veke, dibe di hevoka destpêkê de devê wî li hev bikeve û ji xwendina xwe ya kurdî şik bigire! Piştî çend rûpelan, weke xaçepirsekê ji hev veçirîne dê tehmê ji xwendinê bigire. Min berê "Dîfferance" û "Bêexlaq" a nivîskar xwendibû û hinekî hay ji şêweya zimanê nivîskar hebûm. Lê "Orok" bi leystoka peyvan derketiye asteke din û ez bim di ser xwe re ye. Ne tenê bi zimanê xwe yê taybet, her wiha bi dane, navdar û bûyerên dîrokî û mitolojîk, xwendevanan di labîrenta ziman û zemên de digerîne û digerîne; heya ku wî mest dike:
 
“Hêêê, lêlo, bînerên mihûz û birçî;  Kefren û Kefr’an, Artemîs û Arêtemîz, Îlûna û Anûlîlî, Epîkur û Ê’porrkurr, Medûsa û Medûza, Hûmbaba û Xumexumaba; ka ez gîyanekî bidim we, go hûn bêtirs karibin werin û bi hemû endamên xwe tevî me bibin; ‘eyn mîna li Adenê û wî diyarê meymûnan, em bi xwuşk û biratî xwe li hev par bikin, go em karibin ‘hebekî ji bin nîrê şaristanî û modernîzmê derkevin…”
 
Lehengên romana "Orok", Zeyno û Fendo ne. Karakterên din yên romanê tev “ewko” û "ewkê" ne. Dem dem monolog lê bi gelemperî bi diyaloga di navbera Zeyno û Fendo de rûpel diherikin. Ev diyalog û monolog, ji hişekî bîrewerî diwelidin û li derdora welatekî bi binyat; lê bênav! tevnek raçandiye... Piştî di hişê xwîner de tevn bi şekl û şemal dibe, êdî xwe ji bîr dike û jêtirê li pêşberî kitaneke spî, li siya Zeyno û Fendo temaşe dike û nitqên wan dibihîze. Weke dawetkarê şevbuherkekê be lê tê: 
 
“Nasnameya eşqê nîn e. Lê hemû nasnameyên min li cem Zeyno ne. Çimkî Zeyno nasnameyeke bêwelat û welatekî bênasname ye.”
 
Nivîskar, dem dem dibe çîrokbêj, dem dem jî dengbêj. Ji peyva destpêkê heya ya dawî zimanê xwe yê mistîk terk nake. Gotinên herî hişk û nerazîbûnên li hemberî qewimînan û zulmê, bi zimanekî nerm ji devê Zeyno an jî Fendo dide der. Ew zimanê nerm, dema tevlî xwîna damarê xwîner dibe, wî dike hevkarê helwestê; lê ger ji zûve hêstên wî nebûbine term!
 
“Aroro, cara duduyan mistek ax avêt çolê û piştî Gilgamêş, Enkîdo xuliqî… Di destana min û GirêGamêş de keştîya Ote-Napiştim hilkişiya ser çiyayê Nissîr. Di Tewratê de, keştiya Nûh hilkişîya ser çiyayê Ararto (Ararat) û di Qur’anê de hilkişîya ser çîyayê Cûdî. Madem her sê çîya jî çîyayên welatê min in, îja ka welatê min li ku ye?”
 
"Orok" di bedena nivîskar H. Kovan Baqî de gerek e, li Rojhilata Navîn e. Di bin ezmanê deryaşîn de dengekî ûxrevî ye, weke bayê qibelî germ û nerm; pifî guhê mirov dike. 
 
“Li perrê şetê Dîjle an Nîlê me, ji roja Orok hilweşiyaye zikê min birçî ye, zarê zewêd bi devê min nebûye… Tilîka min a eşhedê bi xweber xêzikekê li ser qûmê dixêzîne, Zeyno ji nava xêzikê radibe, bi lêvên xwe qûma bi lêvên min î qelişî ve paqij dike; çavên min vedibin û her tişt di şewqa tavê de wenda dibin.”
 
H. KOVAN BAQÎ KÎ YE?
 
H. Kovan Baqî, di sala 1972’yan de li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana seretayî li Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. Ji 2004’an û heya niha gelek berhemên wî yên bi kurdî û tirkî hatine çapkirin. 
 
BERHEMÊN NIVÎSKAR:
 
* Çîroka Çîrokan (çîrok) 2004, Weşanên Bajar, Stenbol
* Bêexlaq (çîrok) 2012, Weşanên Na, Îzmîr
* Prematür (roman) 2014, Weşanên Na, Îzmîr
* Heteroglossîa (roman) 2014, Weşanên Ronahî, Îzmîr
* Aporîa (roman) 2015, Weşanên Na, Îzmîr
* Aporia (roman) 2016, Weşanên Na, Îzmîr
* Dîfferance (roman) 2016, Weşanên Na, Îzmîr
* Sî'bera Zeyno (roman) 2017, Weşanên J&J, Amed
* Ölmeyi Beceremeyen Hiç (roman) 2018, Weşanên J&J, Amed
* Kim (roman) 2019, Weşanên J&J, Amed
* Kî (roman) 2019, Weşanên J&J, Amed
* Orok (roman) 2020, Weşanên Lîs, Amed
 
MA / Abdurrahman Gok