NAVENDA NÛÇEYAN - Evdirehman Elçek, ku bi pirtûka xwe ya çîrokan a bi navê “Neban”ê berê xwe da çîroknûsiya kurdî, li gel bedewiya fizîkî ya kurmancî hêlên wê yên civakî, ruhî û derûniyî jî dide der. Neban, jiyaneke trajîk a gumgumokekê vedibêje û balê dikêşe ser “biyanîbûna” vê jiyanê.
Evdirehman Elçek, bi pirtûka xwe ya çîrokan “Neban” berê xwe da çîroknûsiya kurdî, li gel bedewiya fizîkî ya kurmancî hêlên wê yên civakî, ruhî û derûniyî jî dide der. Bi vegotin, şêwe û muhtewayeke xwemaliyî Elçek hewl daye ku di çîroka wêjeya kurdiya kurmancî de bibe deng û namzeteke nû. Bêyî ku nirxên asayî yên zimên bên jidandin, tengkirin û bêyî ku xwendevan bê tengijandin, Elçek derfet û keysên ziman berfirehtir dike û çîrokên ku li pêyî zevtkirina wesfên xwemaliyî ne berpêş dike. Her wiha di Nebanê de bêyî ku çîrok berbayî îşret û sloganan bikevin, vegotin û hest li ser berekeke mantiqiyî û hevgirtinî hatine nivîsandin. Lê belê, tevî ku zimanê çîrokên Elçek herikbar û xwerû bin jî, çîrokên wî di warê têgihiştinê de wateyeke sift di xwe de dihebînin û ji ber vê ew metn in ku “divê xwendevan bi haydarî nêz bibin.” Lê Elçek, bi piranî di beşên fînalê yên çîrokên xwe de, di warê wate û têgihiştinê de ya ku bi xwendevan girîft û xerbiliyî dixuyê zelal dike.
Neban, pirtûka ewil a Evdirehman Elçek e û di Adara 2017’an de bi edîtoriya helbestkar Elîxan Loran ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin. Di pirtûkê de tevî çîroka Nebanê ku navê xwe daye pirtûkê bi giştî 12 çîrok hene û ji 93 rûpelan pêk tê. Ji ber hin taybetmendiyên xwe (li gor çavdêriyên min) ku li jorê hatine destnîşankirin, dê di vê nûçe-nivîsara vekolîn-analîziyî de tenê çîroka bi navê “Neban” di warê “têma û pûxteya çîrokê, karakter, dem, cihwar (mekan), vebêjiyî, çeşna çîrokê (çîroka rewşî ye yan bûyerî ye), teknîk û rêbazên vegotinî” û her wekî din de bê vekolandin û dahurandin.
Nivîskar, ewil di wesfa dîbaceyê de bi gotina navdar “Sînorê zimanê min, sînorê dinyaya min e” a Ludwig Wittgenstein ku bi xebatên xwe di warê mantiq û ziman de felsefeya modern zexm kiriye, bala xwendevan dikişîne ser Nebanê. Bi vê epîgrafê Elçek hem dixwaze balê bikişîne ser zimanê çîrokê hem jî yê karakterê çîrokê ku piştî wextekî şûnde ditevize, nagere û di warê xweîfadekirinê de dikule. Her wiha bi vê yekê peyama bikaranîn, pratîkirin û dewlemendiya ziman ku çawa qudret, şiyan û behredariya fikrî xurt dike tê dayîn.
BIYANÎBÛN, DÛRKETINA JI XWEZAYA XWE Û XWENEGIHANDINA BÎRA XWE
Têma û pûxteya Nebanê; jiyaneke trajîk a gumgumokekê û “biyanîbûna” vê jiyanê ye. Gumgumoka ku ji warê zarokatî û ciwantiya xwe koçberî diyareke dûr û derez, bê zar û ziman hatiye kirin û piştî demekê binyata zimanê xwe û behredariya xwe ya ku bi riya sehek û pêjnên xwe çavdêriya derdorê dike, yanî wesfên xwe yên siruştî winda dike, tiral dibe û dibe biyanê xwe û qula/hêlîna xwe. Bi gotin û qaîdeya Hegeliyî weziyeteke “biyanîbûniyî ya di warê xwegihandina bîr û zêhna xwe de” û heta em dikarin gavek bi pêşdetir biçin û li gor “bîyanîbûna” Marks vebêjin ku weziyeteke “biyanîbûna ji bo ked, xweza, cewher, çalakbûna jiyan û heyîna xwe ya çeşnî, cureyî”, weziyeteke êşbar ku pêwendî bi cihwar (qula gumgumokê) û derdorê xwe re nayê danîn. Di Nebanê de, nivîskar bi awayekî neyekser bi riya teşhîsê di ser îstiare û metafora “gumgumokê” de vedibêje ku ka zimanê mirov çawa xisiyaye û ji civakê hatiye îzolekirin.
Di çîroka Nebanê de, ji weziyeta Gumgumokê ku dike nake nikare têkeve qula xwe û hema bêje ketina wê ji bîr kiriye jî tê fêm kirin ku taybetmendiyên xwe yên xwezayî û pêwendîdanînê yên navborî winda kirine: “…serê xwe rakir, li derdora xwe nihêrî, dît ku gelek gumgumok li derdora wê hene, bi hêsanî tên û diçin, bi rihetî jî dikevin qulên xwe û vê lap moralê wê xerab kir. Dest pê kir û kire qêrînî û bû wîlewîla wê. Lê tu kes li wê newarqilî. Her kes herikî û ber bi dinya xwe ve çû. Wê cardin destê xwe rakir û zimanê xwe kontrol kir. Vê carê bi dengekî berz qîriya û got: ‘Çima kes dengê min nabihîse?..Çavê xwe kuta asoyê û tevziyek da xwe û cardin gazî kurê xwe kir. Eynî ew rewş û xwe bi xwe got: ‘Ger ez nêzikî wan çiyayan bibûma, teqez dengê min ê zîz bibûya û her kesî jî dengê min bibihîsta.”
Bi saya vê liv û tevgera ku ziman derdixe û dixe hundir, partîkulên (parçik) li hewa û derdorê bi reseptor/şandiyarên li ser zimên ve dizeliqin û ev neqlî Organa Jacopson bi navê xwe yê dîtir organa vomeronasalê ku ji wergirtina bêhnê berpirsiyarin, tên kirin. Bi saya van bêhnên hatine neqilkirin gumgumok an jî xijende dikevin pêyî şopa bêhnê, bi saya bêhnê şûna xwe, germiya laşê xwe tespit dikin, bi germiya laşê xwe têdigihên ku ka çi qas dûr an jî nêzîk in. Lê belê di Nebanê de, piştî wextekê Gumgumok ji taybetmendiyên vê mekanizmaya suriştî dûr dikeve û wan winda dike: “…cardin li dora qula xwe fetilî û çû li wê meydanê li ser zikî xwe dirêj kir û got: ‘Teqez di qula min de dijminê bav û kalên min li benda min in û wê sawê ez girtime, loma ez newêrim bikevim hundur.’…Gava dît ku kes wê nabihîse, hêdîka destê xwe bire ser zimanê xwe û destê xwe alast. Zimanê wê jan dida. Hez kir ku wê lehzeyê rengê zimanê xwe jî bibîne û xwe bi xwe got: “Belkî jî rengê zimanê min guheriye û loma tu kes dengê min nabihîse…”
ZEMANEKÎ DÛR Û SÊ ZEMANÊN NÊZÎK
Di çîrokê de tevî zemanekî dûr/derve, sê zemanên nêzîk/hundirîn hene. Nivîskar di zemanê dûr de, Gumgumoka ku dike nake nikare têkeve qula xwe û di her ceribînê de serneketî ye, kêliyekê be jî ber bi rabirdûryê, ciwanî, zarokatî û wexta koçberbûyînê ve dibe: “…Niha din ava çolebestekê de bêzar û bêziman mabû. Tirsekê jî ruhê wê vediguvaşt û dengê wê qet dernediket.” Zemanên nêzîk/hudurîn jî du roj û şevek; “Şev hatibû nîvê şeve. Di wê tariyê de rabû ser xwe û vî alîyî wî alîyş çû hat. Êdî ne mimkûn bû bikeve qula xwe. Mîna berxeke gêş sekini û li dora xwe zivirî û pê re jî difikirî ku çima nikaribû bikeve qula xwe. Di dile xwe de got: ‘Ka min çi kir, nanê devê kîjan jîndarê revand!’” Zemanê sêyemîn ê nêzîk jî, ji şivanê ku keriyê pez daye pêşiya xwe û dajo jî tê fêmkirin ku ji demsalan bihar e. Di Nebanê de dem pir nehatiye guhertin. Çûnhatina rabirdû û dahatûyê pir kêm e. Di sahneya ku Gumgumok li rabirdûya xwe, zarokatî û ciwantiya xwe difikire û pasaja fînalê de ku dema bi riyan ketiye û berê xwe dide welatên dûr û xerîb kêm zêde hatiye bikaranîn.
MOTÎFA SEREKE MIROV Û CIVAKA KU BÛYE XERÎBÊ XWE TEMSÎL DIKE
Di Nebanê de çend motif hene. Ji van motîfan a herî girîng, bi taybetmediya xwe ya ku karakterê sereke yê çîrokê ye “gumgumok” bixwe ye. Ev motîf prototîpa mirov û civaka ku hatiye dejenerekirin, bişavtin, metin û bûye xerîbê xwe temsil dike. Her wiha bi motîfa “miya neban” jî weziyeta ku gumgumokê tê de ye hatiye destnîşankirin.
KARAKTER LI HEMBERÎ MEKAN SERSAR Û GUHNEDÊR E
Cihwarên/mekanên çîrokê berbiçav in. Mekanê sereke qula Gumgumokê û derdora wê ye. Her wiha mekanên alîkar jî dîwarekî hilweşiyayî, nav tûmekê û cihê ku qelablixî lê heye (meyand, kolan, kuçe û hwd.). Beşa hundirîn a mekanê sereke nayê zanîn. Dema li mekan tê nihêrîn, rewşeke ku karekter nayê qebûlkirin an jî karakter li hemberî mekan sersar û guhnedêr e xwe dide der.
Karakterekî sereke yê Nebanê heye; Gumgumok. Karakterên alîgir jî şivan û margîskên din in. Karaktera sereke Gumgumok, ew karakter e ku nikare bi mekan re pêwendiyê deyne, tiral e, taybetmendî û wesfên xwe yên sereke winda kirine. Hêjayî gotinê ye ku, hinekî dişibe Penelopeyê ku di dema nebûna Odysseus de ji bo hilbjartina mêrekî ku diviya ji nav zilamên li qesrê hilbijêre taloq bike hiriya ku biroj dirêst êvarê vedireşand.
Di çîrokê de teknîka diyalogê ya sereke tune ye. Lê belê nivîskar serî li diyaloga hundurîn (xwe bi xwe) û kêm be jî rêbaza vegeriyî daye. Bi riya rêbaza diyaloga hundirîn, haletî ruhiyeya Gumgumokê kifş dibe. Mînak, bi diyalogên hundurîn ên wek “Belkî jî qula min di bin avê de maye û loma ez nikarim bikevim hundur” Gumgumok tim hewl dide û xwe eware dike ku ji bo weziyeta xwe teşhîsê daneyne û xuyê karaktera xwe aşkere dike. Her wiha di çîrokê de hema bêje teknîka vegeriyî tune ye. Mirov ji bo vê dikare pasaja ku dem ali rabirdû û koçberiya xwe difikire wek nimûne bide.
METNEKE KU XWENDIKENE BALDARIYÎ DIVÊ
Neban çîrokeke rewşî ye û rewş û qewimîn bi awayekî objektîf û çavdêriyî yanî bi zimanê kesê sêyem ê yekjimar hatiye vegotin: “Di bin siya wî dîwarî de êpêy ma. Deve wê çila bû. Zimanê xwe derxist û li dora deve xwe alast. Tehma xwê li ser zimanê wê ket. Ew xwêdana li dora deve wê ve zeliqîbû gişt alast û zimanê xwe kaşî hundur kir. Ew xwê kete ser zimanê wê û zimanê wê jan da…” Wek her 11 çîrokên din, di çîroka Nebanê de jî ziman xwerû ye û bi awayekî hosteyane hatiye bikaranîn. Li gel xwerûbûyîna xwe, bi dewlemendî û kûrahiya xwe di warê têgihiştinê de wateyeke sift di xwe de dihebîne û ji ber vê ew metn e ku “divê xwendevan bi haydarî nêz bibe.”
Pirsgirêka sereke ku di çîrokê de tê destnîşankirin, bi riya întaqê (peyvandinê) di ser gumgumokekê re pirsgirêka biyanîbûnê ya mirov, civat û gelên bindest û kêmbar ku tim bi wan re rû bir û dimînin hatiye bilêvkirin. Weziyeta Gumgumokê ku nikare pêwendiyê bi derdora xwe re deyne û bûye xerîbê xwezaya çeşn û cureyên xwe hatiye vegotin.
Di tevahiya çîrokê de tenê li cihekî peyva “Neban”ê derbas dibe. Lê belê di navbera navê çîrokê û naverok û muhtevaya wê de têkiliyeke rasterast heye û Elçek vê yekê di diyaloga şivên ku colê pez daye pêşiya xwe dajo û gazinan ji miyekê dike de dide: “Malê heram, duh za îro neban bû! Berxa xwe hilnade!” Bi wateya xwe Neban; Di dema giyanewer hînî nêvenga ku lê dijîn nebin an jî ji bo hînbûnê zor û zehmetiyan dikêşin de tê bikaranîn.
DER BARÊ NIVÎSKAR DE
Di sala 1979’an de li Qereçobana Erziromê hatiye dinyayê. Ji Zanîngeha Ataturkê Beşa Zimanê Tirkî mezûn bûye û niha mamostetiyê dike. Neban, berhema wî ya yekem e.
MA / Rêdûr Dîjle