Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin

img
STENBOL – Berhemên bi navê “Nehetiye Dîtin” ên wênesaz Zehra Dogan ji bo hunermezan hat nîşandan. 
 
Berhem ango wêneyên rojnamevan û şêwekar Zehra Dogan bi navê “Nehatiye Dîtin” di pêşengehê de nîşanî hunerehezan hat kirin. Pêşengehê îro li Mala Wêjeyê ya Kiraathaneyê ya Stenbolê dest pê kir û dê pêşengeh heta mehekê vekirî be. 
 
PÊŞENGEHA BI HEST 
 
Seval Dakman û M. Wenda Koyuncu pêşengehê birêve dibin. Di pêşengehê de berhemên ku Dogan di girtîgehê de çêkirine û rojnivîskên wê cih digirin. Berhem di odeyên bi navê “Mûsallat”, “Hîza” û “Maraz” hatine nîşandan û hestên cuda xwe di pêşengehê de li mirovan dipêçe. 
 
SERKEFTINA ZEHRAYÊ 
 
Seval Dakman û M. Wenda Koyuncu yên rêveberiya pêşengehê dikin axivîn û bal kişandin ser serkeftina hunera Dogan û gotin her çiqas Dogan bi fizîkî ne di nava wan de be jî lê bi fikr û ramanên xwe li pêşengehê ye. Her du rêveberan spasiya beşdaran hemû kir.