Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan

img

QERS - Şaredariya Qersê, piştî şewba coronayê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û bend badane. Şaredarî, di vê çarçoveyê de pêşî piştgiriya ji bo heywanên koxan û tuxum dike û ji bo hilberînerên hemû navçeyan daxilî nav vê yekê bibin dest bi xebatên xwe yên kooperatîfbûyînê kiriye. 

Piştî şewba coronayê (Covîd-19) li seranserê cîhanê belav bû, welatiyên debara xwe bi sewalvanî û çandiniyê dikin diqilqilin. Lê belê Şaredariya Qersê ji bo vê yekê zend û bend badan. Şaredarî,wê piştgiriya heywanên koxan û tuxuman bike û ji bo hilberînerên hemû navçeyan daxilî nav vê yekê bibin dest bi xebatên xwe yên kooperatîfbûyînê kiriye. 
 
TEŞWÎQKIRINA JI BO HILBERÎNÊ 
 
Hevşaredar Şevîn Alaca, xebatên ku dê di vî warî de bikin nirxandin. Alaca, anî ziman ku bajar debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dike, lê belê di salên dawî de ji ber piştgiriya vê yekê nayê kirin hema bêje sewalvanî û çandinî li ber qedandinê ye. Alaca, diyar kir ku ji ber van sedeman gelek kes ji Qersê koçî metrepolan dikin û got: "Her wiha di mehê dawî de jî şewba Covîd-19'yê bandoreke nebaş li aboriya Qersê kir û betalî zêdetir kir. Her wiha astengkirina alîkariyên şaredariyê ya ji bo welatiyan jî bi tena serê xwe prisgirêkeke ku em pê re rû bi rû mane. Helbet kampanyayên wekî Kampanyaya Xwiîk û Bira ku ji ber şewba vîrûsê hatin amadekirin pir girîng in, lê belê ev kampanya wê ne berdewamiyî bin. Loma divê xebatên hîn mayînde bên kirin. Me Şaredariay Qersê jî ji bo em li bajêr pêşî li ber betaliyê bigirin ketin nav hin lêgerînan ku em ê çawa hilberînê teşwîq bikin. Axa berdara a bajêr ji bo me û herêma me avantajeke mezin e. Ji bo hem erdên aydê şaredariyê bên çandin hem jî ji bo welatî karibin erdên xw ebiçînin me xebateke ji bo piştgiriyêd a destpêkirin." 
 
KOOPERATÎFBÛYÎN 
 
Alaca, anî ziman ku bi taybetî ji be rkoçberiya ber bi bajarên mezin ve mezaxêrî zêde bûye û hilberîn jî kêm bûye û got: "Em baş dizanin ku pêşîlêgirtina vê yekê bi hilberîn, kooperatîfbûyîn, piştgiriya ber-hilberînê pêkan e. Em dibêjin piştevanî, çimkî wê ber-pere li xaneya welatiyan zêde bibe hem jî wê hlberîna berên xwecihî zêde bibe û wê bajar bi dînamîka xwe tev bigere. Wê ev xebata me bi kooperatîfbûyînê pêk bê. Di vî warî de hin karên ku mirov bi tena serê xwe nikarin bikin wê bi pev re bi piştevaniyê bên kirin û wê bi vî awayî pêşvexistineke civakiyî jî pêk bê. Em şaredarî jî ji bo avakirina tevnên hilberşn û belavkirinê, ji bo birêvebirina wan em ê piştgiriyên xwe yên teşwîqî bidomînin." 
 
PIŞTGIRIYA JI BO HEYWANAN Û TUXUMAN 
 
Alaca, bal kişand ser piştgiriya ku dê bikin û got, berê plansaziya gelek tiştan kiribûn lê belê ji be rşert û mercên demsalî û şewba heyî nikaribûne temam bikin. Alaca, got: "Lê belê ên dixwazin bi awayekî cidî tevkariya hilberînê bikin û di nav van projeyan de cih bigirin em ê piştgiriya wan bikin. Li herêma me çavkaniyên debar û aboriyê sewalvanî, sewalvaniya koxan û êşvanî ye. Em ê di vî warî de piştgiriyê bikin. Lê belê ewilî em dixwazin xwedîkirina heywanên koxan, mêşvanî û çandiniyê teşwîq bikin. Her wiha niha hevalên me li nav erdên şaredariyê ji bo vê xebatê dest bi lêkolînan kirine. Pêşî ji bo kooperatîfan em ê di warê tuxum, çêçikên qaz-mirîşkan, mêş, kewarên mşan û ekîpmanên hilberînê de piştgiriyê bidin. Niha ne ji bo kooperatîfên navenda bajêr, em hevdîtinê bi hilberînerên navçeyan re çêdikin. Lig or qaweta xwe em ê kooperatîfbûyînê pêk bînin û nexasim em dixwazin li Herêma Serhedê yekîtiyeke hêzî û tevnekê çêbikin û pêşî li ber xizaniyê bigirin." 
 
Herî dawî Alaca got, hevdîtinên ku kirine erênî derbas bûne û bersivine ku wan motîve dikin hatine û got: "Ji ber şewbê ev xebata me hêdî dimeşe, lê gava em xuyangtir û çalaktir bikin wê bala her welatiyî bikişîne û wê ji bo şaredariyên din jî bibe îlham û em ê pev re van xebatan bi rê ve bibin."  
 
MA / Adnan Bîlen