Li şûna ‘destûra îdarî’ wan şandin mirinê

img
STENBOL – Xebatkarên tenduristiyê yên astengdar û nexweşînên kronîk tevî divê ku “li destûra îdarî” bin jî hatine xebitandin. Derket holê ku xebatkar mirin e. Rêveberiyên nexweşxaneyan giştînameyê tune dihesibînin û jiyana xebatkaran hem jî ya nexweşan dixin bin talûkeyê.
 
Di çarçoveya giştînameya Serokkomariyê ya di 13’ê adarê de hat weşandin ji bo xebatkarên tenduristiyê yên astengdar û nexweşînên kronîk jî “destûra idarî” hatibû dayîn. Tevî vê destûrê jî xebatkarên astengdar û nexweşîna kronîk derneketin destûrê. Li du nexweşxaneyên cuda yên Stenbolê du xebatkar bi koronayê ketin û ji ber şewbê li pey hev jiyana xwe ji dest dan.
 
Xebatkarê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Okmeydani Îbrahîm Arslan (55) ê astengdar di 23’ê adarê de jiyan xwe ji dest dide. Xebatkarê teknîkê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Îstînye Seyfettîn Karakaya (56) ê nexweşê kronîk a KOAH’ê jî di 25’ê adarê de jiyana xwe ji dest da.
 
Me xwe gihand hin xebatkarên hevalê kar ê Îbrahîm Arslan û rewşê ji wan pirsî.
 
JIYANA XEBATKARAN DI TALÛKEYÊ DE YE
 
Xebatkaran nexwest navên xwe eşkere bikin û diyar kirin ku li nexweşxaneyê nêzî 3 hezar kes dixebitin û li gelek beşên nexweşxaneyê xebatkarên astengdar û nexweşînên kronîk bi wan re heye jî tevî giştînayema Serokkomariyê jî tên xebitandin. Xebatkarên nexwestin navê xwe bidin dan zanîn ku divê kesên astengdar û nexweşînên kronîk bi wan re heye li nexweşxaneyên koronayê nexebitin û rêveberiya nexweşxaneyê vê tune dihesibîne û jiyana xebatkaran dixe bin talûkeyê.
 
DAXWAZA DESTÛRÊ RED KIRIN
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Şîşlî ya Stenbolê piştî van her du mirinan duh bertek nîşandana şixulandina xebatkaran da û daxwaz kir ku xebatkarên astengdar û nexweşînên kronîk bi wan re hene neyên xebitandin û ji bo vê yekê serî li Nexweşxaneya Okmeydani û gelek nexweşxaneyên din daye û daxwaza wan hatiye redkirin.
 
HEVJÎNA WÎ JÎ BI KORONAYÊ KETIYE
 
Hevserokê Şaxa SES’ê ya Şîşlî Abûzer Aslan diyar kir ku Îbrahîm Arslan ê jiyana xwe ji dest da di pêvajoya ji aliyê rêveberiya nexweşxaneyê ve bi darê zorê hat xebitandin jiyana xwe ji dest daye û hevjîna wî jî ku niha bi koronayê ketiye li Nexweşxaneya Okmeydani tê dermankirin. Hevserok Aslan da zanîn ku niha li Nexweşxaneya Okmeydani gelek xebatkarên astengdar tên xebitandin û ev rewş hem ji bo xebatkaran hem jî ji bo nexweşan rîskek cidî bixwe re tîne.
 
GELEK XEBATKARÊN DIN BI KORONAYÊ KETINE
 
Aslan destnîşan kir ku xebatkarê tenduristiyê Seyfettîn Karakaya jî li gel ku dihat zanîn nexweşê kronîk e dihat xebitandin û di encama şixulandinê de jiyana xwe ji dest da û li nexweşxaneya Îstînye ya ku Karakaya lê dixebitî gelek xebatkarên din jî bi koronayê ketine û niha li wir tên dermankirin. Aslan got xebatkarek li Nexweşxaneya Etfal a Hamîdiya Sariyerê jî bi koronayê ketiye û li wir tê dermankirin.
 
DÊ GILIYÊ NEXWEŞXANEYAN BIKIN
 
Aslan destnîşan kir ku berpirsiyarê xebatkarên mirine û bi koronayê ketine rêveberiyên nexweşxaneyan in û nexweşxane bi awayek kêfî tevdigerin. Aslan da zanîn ku piştî ew hevdîtinên pêwîst bikin dê ew wek sendîkayê derbarê rêveberiyên nexweşxaneyan de gilî bikin.