Rojî hat, welatiyan dest bi deynan kir

img
WAN - Welatiyên ku beriya qedexe dest pê bike ji bo amadekariyên rojiya Rezezanê derketin kolanan, ji bo bi erzanî pêdiviyên xwe bigirin ji sibê heta êvarî li kolanan geriyan. Malbatên ku nikarin debara xwe bikin jî an ji dikanên taxê deyn kirin an jî ji qertên Qrediyan pere kişandin. 
 
Îsal Rojiya Remezanê û şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketin nava hev. Ji ber vîrûsa corona qedexeya kolanan ku li 30 bajaran berê şemî û yekşemê dihat îlankirin, vê carê qedexe li 30 bajarên mezin derxistin 4 rojan. Welatiyên Wanê duh beriya qedexe dest pê bike, ji bo amadekariya Rojiya Remezanê berê xwe dan kolanan. Lê gelek welatî bêyî pêdiviyên xwe bistînin vala vegeriyan malê. Welatiyên ku aboriya wan nebaş û nikarin debara xwe bikin an deyn kirin an jî bi qerta qrêdî pêdiviyên rojiyê kirin. 
 
Yek ji welatiyê derket kolanê û ji bo lazimiyê rojiye bistîne bavê 2 zarokan Erhan Tekin ê li Taxa Bahçivan a Îpekyolu dijî, diyar kir ku ji ber pereyê wî tune dê pêdiviyên meha remezanê bi qerta qrêdiyê bikire. Tekin, anî ziman ku wê tehîn, dims, rîçal ji marketê bistîne wiha got: "Ez ji marketên mezin tiştan nakirim. Piranî ji marketên biçûk alavan dikirim. Ji ber ku yên herî zede dikevin bin bandora vîrûsê esnafên biçûk in. Ez jî ji esnafên biçûk dikirim. Ez niha ji sermayeya xwe dixwim. Ez jî esnaf im. Lê zêdeyî mehekê ye kargeriya min girtî ye. Vîrûsê bandor li ser hemû mirovan kir. Gelek kes nikarin kar bikin. Alîkariya civakî bi mirovan re nayê kirin." 
 
'ME TIŞTEK NEKIRÎ' 
 
Welatî Erhan Ozdemir jî ji navçeya Elbakê ya Wanê hatiye wanê û dixwaze lazimiyê rojiyê bistîne. Ozdemir,  anî ziman ku tenê tahîn û dims kirîn û wiha got: "Li aliyekî erdhejê li me xist, li aliyê din virûsê li me xist. Ji ber 4 rojan qedexeya kolanan heye em beriya qedexeyê hatin. 
 
 
Esnaf Yemen Çevirel ku 40 salin li rawestgeha Elbakê esnafiyê dike jî anî ziman ku îsal ji ber pereyê welatiyan tune hemû bi deyn distînin û deynê xwe dinivîsin. Yemen Çevîrel, da zanin ku berê dims û tehîn her yek 5 kîlo dikirin, lê niha tenê 1-2 kîlo dikirin. Ez niha 64 salî me û tevî vî temenê xwe kar dikim. 30 salin ez BAGKUR’î me. 2 meh berê teqawît bûm. Heta niha min 70-80 hezar pere razand. Lê meaşê ku ez digirim Hezar û 500 TL ye. Ez bi vî pereyî nikarim debara xwe bikim û neçarim kar bikim." 
 
MA / Bariş Donmez