Êdî nikarin li bazaran jî li gor dilê xwe pêdiviyên xwe bikirin

img

MÊRSÎN - Mêrsîniyan, anî ziman ku ji ber şewbê fiyet ji sedî 50'î biha bûne û gotin, êdî li bazaran jî nikarin pir tiştan bikirin. 

Mêrsîniyan anî ziman ku piştî şewba coronayê belav bûye fiyet jî biha bûne. Muslum Çobanoglû ku ji bo alvêrê hatiye bazarê, diyar kir ku hema bêje fiyet 2 qat biha bûne û got, bazar li gor marketan hinekî erzantirin, lê belê kîloya firingiya meha borî 2 lîre û nîv bû, niha li bazarê jî bûye 4-5 lîre. 
 
Sezgîn Ozcan jî anî ziman ku li dijî şewbê bi awayekî şexsî tevdîrên xwe digirin, lê belê rewşa li bazarê rewşeke talûke ye. Ozcan, got: "em bi maske biçin bazarê û hay ji mesafeyê hebin wê baş be. Lê va em dibînin tu tevdîr tunene. ez her hefte têm bazarê, lê vê hefteyê her tişt pir biha bûye. Niha li bazarê tenê fiyetê xiyaran erzan e, lê firingî û berên din pir biha bûne. Havîn tê, diviya erzan bibûna lê ji ber şewbê her tişt biha bûye. Ji ber vê em nikarin tiştên dixwazin bikirin. Bi qasî qaweta xwe em alvêrê dikin." 
 
Welatiyekî ku nexwes navê xwe bêje jî anî ziman ku hema bêje hemû ber 2-2.5 TL biha bûne. Welatiya bi navê Jûle Yûşacikada jî xwest tevdîrên li marketan tên girtin li bazaran jî bên girtin û got: "Her wiha fiyet jî pir biha bûne. Berê li marketan fiyet kêm dibûn, lê ji ber vê şewbê êdî fiyet jî kêm nabin."