Di Tersaneya Tûzlayê de 53 karker bi vîrûsê ketin

img

STENBOL – Platforma Şaxên Sendîkayên Karkerên a Stenbolê, diyar kir ku testên vîrûsa koronayê yên 53 karkerên tersaneyên Tûzlayê pozîtîf derketiye.

Platforma Şaxên Sendîkayên Karkerên a Stenbolê (ÎÎSŞP), têkildarî çavdêriyên xwe yên ku piştî vîrûsa koronayê, li Tersaneya Tûzlayê kiriye, raporek amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku tersaneyên Tûzlayê nêzî 20 hezar karker dixebitin û testên vîrûsa koronayê yên 53 karkeran pozîtîf derketiye.
 
HIŞYARIYA ZÊDEBÛNA HEJMARAN
 
Di raporê de tê diyarkirin ku heke xebatên li tersaneyan neyên sekinandin dibe ku hejmara karkerên ku bi vîrûsê ketine zêde bibe û ev tespît hatin kirin: “Karker neçarin ku wesayîtên rêwiyan ên komî biçin ser kar. Nêzî 10-15 karkerên nobedar jî li cem hev dimînin. Li qadên xebat û xwarinê yên tersaneyan bergiriyên pêwîst nayên girtin û bi dehan karker li cem hev dixebitin û xwarin dixwin. Divê ku tersane navber bidin karên xwe û testên hemû karkeran bên kirin. Divê ku demên karker naxebitin jî weke destûra bi pere bê hesibandin.”
 
Di raporê de li kîjan tersane çend karker testên wan pozîtîf derketine wiha hatine rêzkirin:
 
“Li Tersana Desanê testa 15 karkeran pozîtîf derket. 4 karker li beşa lênêrîna awarte û 11 karker jî li malê di qarantînayê de ne. Tersanê 14 rojan navber daye karê xwe û di 13’ê nîsanê de careke din dest bi kar kiriye.
 
Li Tersaneya Îstanbûlê testa endezyarekî, teknîkerekî û 3 karkerên taşeron pozîtîf derketiye. Piştî navberdayîna 14 rojan tersaneyê di 13’ê nîsanê de careke din dest bi kar kiriye.
 
Li Tersaneya Sedefê testa 3 jê qadroyî 4 jê taşeron bi giştî 7 karkeran pozîtîf derketiye. 4 karker li malê 3 karker jî li nexweşxaneyê tedawî dibînin. Tersanê navber nedayê, karê xwe didomîne.
 
Li Tersana Gemakê testa karkerekî pozîtîf derketiye û tersane xebatên xwe didomîne.
 
Li Tersaneya Selahê testa karkerekî pozîtîf derketiye.
 
Li Tersaneya Kuzeysitarê testa 7 karkeran pozîtîf derketiye û encam testa 4 karkeran jî hê nehatiye aşkerakirin.
 
Li Tersaneya Tersanê jî testa 17 karkeran pozîtîf derketiye.”