‘Heger şewb dirêj dewam bike wê xela çêbibe'

img
WAN - Endezyarê Çandiniyê Şerîf Kayalik, anî ziman ku heger şewb dirêj dewam bike dibe ku di warê çandinî û sewalvaniyê de xela çêbibe û ji bo çareseriyê "hilberîna demokratîk û komunal" pêşniyar kir.
 
Pispor diyar dikin ku heger şewba vîrûsa coronayê hinekî din jî dewam bike dibe ku di warê çandinî û sewalvaniyê de xela çêbibe. Endezyarê Çandiniyê Şerîf Kayalik, bibîr xist ku sektora çandiniyê sektoreke stratejîk e û got: "Gava hilberîner carekê ji hilberînê dûr bikevin, careke din vegera wan zehmet e, heta meriv dikare bêje ne mimkun e." 
 
3,5 MILYON HEKTAR ERD NEHATIYE ÇANDIN 
 
Kayalik, destnîşan kir ku Tirkiye di 17 salên dawî de di warê çandiniyê de bûye pêgirtiyê derve û got: "Her diçe cihê çandiniyê yê di aboriyê de kêm dibe. Tevkariya çandiniyê ya ji bo dahata neteweyî û îstihdamê kêm dibe û deynê cotkaran ên li dewletê zêde dibe û cotkarên piştgiriya wan nayê kirin jî bi faîz krediyê digirin û mecbûr dimîne erdê xwe difiroşe. Cotkarên me yên ku di war çandiniyê de pir nebirêxistinkirî ne, di 20 salên dawî de dev ji çandina 3.5 hektar erd kirin. Her wiha nêzî 700 hezar cotkar jî dev ji wergirtina destekê berda." 
 
Kayalik, destnîşan kir ku dane hemû nîaşn didin ku di çandiniyê de pirsgirêka hilberînê heye û got: "Di vê pêvajoya ku her diçe qadên çandiniyê, hilberîn, hejmara cotkaran kêm dibe û nifûsa çolterê timd iguhere, para herî mezin ji navbeynkar, şîrketên mezin û fîrmayên îthalatkar re dikeve." 
 
BANDORA COVÎD-19'YÊ YA LI SER ÇANDINIYÊ
 
Kayalik, diyar kir ku wê vîrûsa coronayê (Covîd-19) bandoreke mezin li sektora çandiniyê bike û got: "Serokomar di 18'ê Adarê de Pakêta Mertala Îstikrarê ya Aborî aşkere kir, lê di vê pakêtê ji bo sektora çandiniyê tiştek tuneye. Her wiha di pakêta 25'ê Adarê de jî ji bo sektora çandiniyê tiştek tuneye. Ev jî tê wateya ku ev qad bi temamî bêxwedî hatiye hiştin." 
 
‘EM HILNEBERÎNIN WÊ XELA ÇÊBIBE' 
 
Kayalik, bibîr xist ku di meha Adar û Nîsanê de tovê zebze, gubre û dermanên çandiniyê biha bûne. Kayalik, got: "Heger em hilneberînin em ê nkaribin xwe xweyî bikin. Heger em hilberînin em ê nikaribin bixwin, wê birçîbûn çêbibe, xela rabibe. Îthalat di rojên asayî de hî ne çareserî ye, bi taybetî di vê serdema şewba coronayê de jî ne çareserî ye. Şewb bandorê li hemû welatan dike û ji ber vê her welat ketiye etra xwe. Çareserî ew e ku ji bo cotkarên me hilberînê bikin û mirov bi fiyeteke guncan beran peyda bikin divê derfet bên peydakirin. Ji bo hilberînê divê fiyetê gubre, tov, mazot, êm û ceryanê bên kêmkirin. Her wiha divê îqtidar şert û mercên cotkar û hilberîneran baş bike û ji bo wan tevdîran bigire." 
 
ABORIYA KOMUNAL 
 
Kayalik, destnîşan kir ku wext wexta modela aboriyeke komunal e û got: "Heger karantîna dewam bike wê di qada nebatî û sewalvaniyê de pirsgirêk rû bidin û ji ber ku cotkar nikare biçe nav erdê xwe û bax û baxçên xwe wê hilberîn çênebe. Ji ber ku sektorên xizmetê hemû girtîne, wê cotkar nikaribe berên di dest xwe de berpêşî bazarêb ike û wê kesmn heywanan xwedî dikin bixisrin. Ji xwe cotkarên me xizan in. Lê wê di vê pêvajoyê de rewşa wan xirabtir bibe. Heger cotkarî û hilberînerî nemîne wê bibe sedema xela, birçîbûn û sefaletê. Herî zêde jî wê bajarên herêmê bi vê xetereyê re rû bi rû bimînin. Em cotkar û mezaxêrên me yên herêmê yên di dahata neteweyî de di rêza dawî de ne, rojên zor û zehmet li pêşiya me ne." 
 
MA / Adnan Bîlen