Mirina nûnerê sendîkayê ya ji koronayê weke ‘nexweşiya vegir’ ragihandin

img
STENBOL – Nûnerê Sendîkaya Dev Yapi-Îş’ê Hasan Ogûz, li Şantiya Galataportê ku lê dixebitî, qrîza dil derbas kir û li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest da. Sedema mirina karkerê înşatê Ogûz ku teşhîsa vîrûsa koronayê li hat kirin û tedawiya wê jî dît, weke ‘nexweşiya vegir’ hat ragihandin.
 
Nûnerê Sendîkaya Dev Yapi-Îş’ê Hasan Ogûz ku li Şantiya Galataportê ya li navçeya Karakoyê ya Stenbolê ku lê dixebitî, di 7’ê nîsanê de qrîza dil darb kiribû û wî rakiribûn nexweşxaneyê. Ogûz, îro li nexweşxaneya kul ê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.
 
Sendîkaya Dev Yapi-Îş’ê, têkildarî mirina nûnerê xwe Hasan Ogûz daxuyaniyek da û ragihand ku Ogûz li nexweşxaneyê tedawiya vîrûsa koronayê dîtiye û li gel vê yekê jî sedema mirina wî weke ‘nexweşiya vegir’hatiye destnîşankirin.