Aborîzan Sonmez: Vîrusa coronayê pergala kapîtalîst daye ber lêpirsînê

img

STENBOL – Aborîzan Mûstafa Sonmez, anî ziman ku bandora vîrusa coronayê ya li ser piyaseyên kûrewî "krîzeke pergalî ye" û got, vîrus pergala kapîtalîzmê dide ber lêpirsînê. 

Piştî vîrusa coronayê li seranserê cîhanê belav bû, bandoreke neyînî ya mezin jî li piyaseyan kir. Aborîzan Mûstafa Sonmez, bandora vîrusa coronayê ya li ser aboriya kûrewî û krîza avhewayê nirxand. 
 
‘SERDEMEKE NÛ DEST PÊ KIR' 
 
Sonmez, diyar kir ku di serê vê sedsalê de rageşiya di navbera DYA û Çînê de di warê aboriya kûrewî de bûye pirsgirêk û got, bi vîrusa koronayê re ji krîza 2008-2009'an wirdetir serdemeke nû dest pê kiriye. 
 
Sonmez, bibîr xist ku 15 roj berê OECD'ê diyar kiriye ku wê nîv pûanê aboriya cîhanê kêm bibe û got: "Niha ji wê texmînê wêdetir tengbûnek çê bûye. Ji bo sala 2020'an digotin ancax 2.4 mezin bibe. Niha ji bo aboriya cîhanê texmîna wan ji sedî 1 e. Dibêjin wê Çîn, DYA bêtir berteng bibin. Dibe ku ev texmîn xirabtir jî bin. Hê jî nediyar e ku wê vîrus bibe sedema texrîbatên çawa, daxwazê çawa berteng bike. Yanî aşkere ye ku krîzek heye. Lê kûrahiya wê girêdayî geşedana ye." 
 
Sonmez, diyar kir ku mirov ji xeynî xwarinê tiştekî nakirin û geştên xwe taloq kirine û got, ji ber vê şîrket tengijîne. Sonmez, destnîşan kir ku hilberîn kêm bûye û ji ber vê şîrket jî nikarin deynên xwe yên bankeyan bidin û got, ev krîz bi awayekî xelekî bandor li şîrket û bankeyan dike. Sonmez, anî ziman ku ji ber vê bankeyên navendî faîz kêm kirine û pereyan ber didin bankeyên dinê û got: "Bi van pereyan dixwazin rê li ber noqbûna şîrketan bigirin. Wê ev bi kêr bê an na? Axirê mijar diçe û tê li dor daxwazê digere. Gava daxwaza mezêxeran tunebe wê hilberîna tê kirin bi kêrî çi bê?" 
 
‘KRÎZA PERGALIYÎ' 
 
Sonmez, diyar kir ku fîrmayên ku berên nayên daxwazkirin hildiberînin wê yeko yek top bavêjin û got, tê gotin heger teşwîqên pereyan û polîtîkayên darayî bi kêr neyên wê ev şîrket dewrî dewletê bên kirin. Sonmez, destnîşan kir ku pêvajoya kirina malê dewletê ku ji mecbûrî dest pê kir, bi hewavaniyê dest pê kiriye û got, divê rewşa niha wekî "krîza pergaliyî" bê nirxandin. 
 
Sonmez, destnîşan kir ku tu dewlet nemaye ku nesîbê xwe ji vîrusê negirtibe û got, ev wekî xelekekê belav bûye. 
 
‘JI BO SOSYALÎZMÊ TÊKOŞÎNA POLÎTÎK' 
 
Her wiha Sonmez ji bo gotinên Zîzek jî got: "Komunîzm xwe bi xwe nayê." 
 
Sonmez, anî ziman ku dewrkirina şîrketan a ji bo dewletê ne "sosyalîzm" e û got: "Bi guherandina tapûyan sosyalîzm pêk nayê. Ji bo sosyalîzm pêk bê pêdivî bi rêxistinbûyîneke polîtîk heye û divê ev rêxistinbûyîn veguhere tiştekî civakiyî. Her wiha divê ev yek bi awayekî çînî jî bê sererastkirin. Ev tenê ne li welatekî divê li tevahiya cîhanê pêk bê." 
 
‘KAPÎTALÎZM ÊDÎ NIKARE SERÎ BI TIŞTÊN WIHA RE DERXE' 
 
Sonmez, diyar kir ku krîza avhewayê û vîrusa coronayê ev pêvajoya polîtîk hêsantir kiriye û got: "Wê mirov fêm bikin ku êdî kapîtalîzm nikare serî bi tiştên wiha re derxe. Nikare bi pergaleke qezenckirinê van pirsgirêkan çareser bike. Veguherandina kapîtalîzmê wê vîneke siyasî ya din bi xwe re bîne. Ji bo sosyalîzmê pêdivî bi têkoşîneke polîtîk heye. Sosyalîst, divê mirovan qaneh bikin ku çima êdî kapîtalîzm nikare bişixule û li şûna wê divê çi bê danîn." 
 
Sonmez, destnîşan kir ku kapîtalîzm zirareke mezin daye xwezayê û bi vê re xwe qedandiye. Sonmez, got: "Vîrusa coronayê ev tişt li paş xwe hiştin. Niha talûkeyeke mezin heye ku guh nade ne feqîr ne jî zengîna. Di vir de kaptalîzm tengijiye û nikare bi vê rêxistinbûyîna xwe li hemberî vê vîrusê têbikoşe. Loma divê em vê pergala acîz bidin ber lêpirsînê." 
 
MA / Tolga Guney