Guney: Qeyrana kurevî derbasî asta duyemîn bû

img

MÊRSÎN - Akademîsyen Atîllla Gunay, diyar kir ku qeyrana aborî ku di sala 2008'an de dest pê kir, di dîroka kapitalizmê de yek ji qeyrana herî kûr e û wiha got: "Ev qeyrağn êdî bûye kurevî û otoriter bûye. Derbasî asta duyemîn bûye. 

Akademîsyen Atîllla Gunay ê bi KHK'ê hat îxrackirin, diyar kir ku qeyrana aborî ku li Tirkiyeyê di sala 2000’an de dest pê kir, êdî di dîroka kapitalismê de gihiştiye asta kurevî û wiha got: "Bi borsayên Amerikan û Rojhilata Dûr, buhayê petrolê kêm bûn. Ev nîşan dide ku qeyrana aborî derbasî merhaleya duyemîn bûye. Bi vê qeyranê di navbera rêveberiya welat û otoriteriyê de têkilî heye. Li Tirkiyeyê di sala 2008'an de qeyran otoriter bûye. Hikûmeta AKP’ê gotinên demokratîk ên di navbera salên 2002 û 2010'an de bi pêşketina qeyranê re berdan. Rêveberiya Tirkiye hem tev li şerê derve bû hem jî di nava xwe de bû otoriter. Ev yek bi qeyrana kurevî ve grêdayî ye. 
Qeyrana 2008'an yek ji qeyrana kurevî ye. Ev qeyran her ku diçe kûr dibe. Di asta heyî de di nava hefteyê de li DYA borsa ji sedî 8’an daket. Dîsa borsaya Japonê daket. Borsaya Qiymetên Menkul a Stenbolê ji sedî 6 daket."  
 
 
Gunay, bal kişand ser rapora rapora International Monetary Fund (IMF) a meha borî ya aboriya cîhanê û anî ziman ku dişibe salên 1900’î. Guney, da zanîn ku di salên pêş de ev tablo dê bêtir kûr bibe û wiha got: "Karl Marks gotibû  'qeyran li pêşiya vê pergala aborî ne. Dema em li dîroka kapitalizmê dinerin, qeyranên kur pêş ketine. Qeyrana aborî ku di sala 2008'an de di dîroka kapitalizmê de qeyrana herî kûr e. Hêj didome. Hikûmeta Tirkiye berê got 'Di ser me re şiqitî û derbas bû. Lê vê carê Tirkiye û welatê kêm pêş ketine dê bi kurahî têkevin bin bandora wê. Ez vê yekê şerê kêm ê di nava şer de dibînim. Ev şerê navxweşî dê bêtir kûr bibe. Ev rojên me yên xweş in." 
 
Guney, anî ziman ku niha bi qeyrana kurevî ya kûr dibe re rû bi rû ne û xwest têkoşîna demokratîk bi înat û israr berdewam bikin. 
 
MA / Ergin Çaglar