Xwarina navdar a Edeneyê şirdan jî ket ber çerxa qereborseyê

img
EDENE – Li Edeneyê piştî goşt kêm bû, êdî xwarina bi nav û deng şirdan jî ket ber çerxa qereborseyê. Fiyetê wê par bi 9 TL'yan bû, lê belê îsal bi 12-14 TL'yan tê firotin. 
 
Ji xwarinên bi nav û deng ên Edeneyê yek jê jî şirdan e. Lê belê piştî ji ber polîtîkayên dewletê hejmara pez û dewaran kêm bû, goşt jî kêm bûye û ev yek bandorê li şirdanê jî kir. Piştî vê hema bêje êdî şirdan jî ketiye ber çerxa qereborseyê û fiyetê wê ji sedî 50 biha bûye. Serokê Odeya Qesabvanan a Edeneyê Sarûhan yagmûr, anî ziman ku piştî îxracat hatiye sekinandin şerjêkirina heywanan jî kêm bûye û ev yek berî her kesî bandor li şirdanvanan kiriye. Yagmûr, got: "Li piyaseyê şirdan pir kêm bûne. Daxwaz zêde ye, lê şirdan kêm in. Niha şirdanên xavî bi 8 TL'yan tên firotin." 
 
Hosteyê şirdanan Kasim Baytekîn jî, anî ziman ku berê rojê zêdetirî 20 hezar şirdan dihatin firotin, lê belê niha kêm bûye, bûye 6-8 hezar. Baytekîn, bilêv kir ku par şirdanên xavî bi 5.5 TL'yan dihat firotin, lê îsal bi 8-9 lîreyan tên firotin. Her wiha Baytekîn, şirdanên çêkirî jî bi 12-14 TL'yan tên firotin. Baytekîn got: "Şirdan bi dest me nakevin. Par rojê min 300 şirdan diforin. Lê niha 150 hebî difiroşim. Ji ber şirdan kêm in em jî ji mecbûrî karkeran ji kar derdixin. Li Edeneyê nêzî 3 hezar kes bi şirdanan debara xwe dikin. Divê çareyek bê dîtin. Heger çare neyê dîtin wê fiyet bihatir bibin. Divê heywan bên şerjêkirin." 
 
MA / Hamdûllah Kesen