‘Dewlet pêşî li cînayetên kar nagire’

img

AMED – Hevseroka Odeya Endezyaran a Madenê ya Şaxa Amedê Esra Çîçek Mercan têkildarî Roja Têkoşîna Li Dijî Cînayetên Kar got ji ber dewlet pêşî li cînayetên kar nagire her ku diçe hejmara cînayetên kar zêdetir dibin. 

Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Amedê tekildarî 3’ê Adarê Roja Tekoşîna Li Dijî Cînayetên Kar, li avahiya Odeya Endezyaran a Madenê ya Şaxa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerê DÎSK’ê yê Herêmê Mehmet Şîrîn Gurbuz, endamên Meclîsa Ewlehî û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) û endamên Odeya Endezyarên Madenê ya Şaxa Amedê beşdarî civînê bûn. 
 
Beriya daxuyanî were xwendin Mehmet Şîrin Gurbuz derbarê binpêkirina mafên karkeran de axivî û got karker di bin barê kar de her roj rastî mirinê tên. Gurbuz bal kişand ser trajediya penaberan ku Tirkiyê berê wan daye rêya dûr û mirinê û got: “Navê vê pêkanîna li dijî penaberan dijmirovahî ye.” 
 
'QEZA NE QEDER E' 
 
Odeya Endezyaran a Madenê ya Şaxa Amedê Esra Çîçek Mercan di civînê de daxuyanî xwend. Mercan bal kişand ser mirinên ku li cihê kar pêk tên û wiha got: “Ji ber ku dewlet pêşiya mirinên li ser kar çêdibin nagire, her diçe hejmera karkerên dimirin zêdetir dibe. Qezayên ku li ser kar pêk tên ne qeder e. Dîtineke bi vî awayî dê rê li ber cinayetên karkeran ên nû veke.”
 
‘DIVÊ HER SAZÎ BERPIRSIYARIYA XWE BÎNE CIH’ 
 
Mercan diyar kir ku hemû derdor ji bo cînayetên karkeran bi berpirsiyarî tevbigere û got: “Di rêkûpêkirina qanûnên derbarê tendirustiya karkeran de û ya di qada ewlehiyê de hewce ye tenê ne Wezareta Xizmetên Malbatî, Xebat û Civakî berpirsiyariya xwe bîne cih divê Wezareta Tendirustiyê, zanîngeh, sendîka, odeyên bijîşkan û TMMOB tev wekî enstitûyek xweser berpirsiyariya xwe bînin cih.” 
 
Mercan da zanîn ku ew ê li her deverê welat û li her qadê bibin şopdarê mafê kareran û ji bo karker di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest nedin dê li ber xwe bidin.