Piştî 23 mehan peywira wî lê vegerandin

img

AMED – Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Recep Orûç, ji ber ku tev li daxuyaniyeke çapemeniyê bûbû hatibû binçavkirin û wî ji peywirê kiribûn. Her çend di dozê de beraat kiribû jî lê wezaretê ew îxrac kiribû. Lê belê piştî Dadgeha Îdareyê biryara îxracê betal kir, peywira Orûç lê hat vegerandin. 

Di 20'ê Çileya 2018'an de li Amedê partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û odeyên pîşeyan derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê de daxuyaniyeke hevpar dabûn. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Amedê Recep Orûç jî tev li daxuyaniya navbirî bûbû û ji ber vê yekê ew ji peywirê kiribûn. Piştî lêpirsînê, li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê derbarê Orûç de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propgandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Lê ji ber ku delîl tunebûn Orûç beraat kiribû. 
 
PIŞTÎ BERAAT KIR HAT ÎXRACKIRIN 
 
Piştî biryara beraatê vê carê jî Desteya Lêpirsînê ya Wezareta Tenduristiyê derbarê Orûç de lêpirsîn dabû destpêkirin û di 26'ê Tîrmeha 2018'an de ew îxrac kiribû. 
 
PIŞTÎ 23 MEHAN VEGERIYA SER KARÊ XWE 
 
Orûç, piştî hat îxrackirin serî li Daîreya 2'yan a Dadgeha Îdareyê ya Amedê da. Desteya Dîsîplînê ya Wezareta Tenduristiyê jî bêyî ku li benda biryara dadgehê bisekine 6 meh şûnde dîsa peywira Orûç lê vegerand û Orûç 23 meh şûnde çû ser karê xwe. 
 
Orûç, ji bo biryarên nakokî yên komîsyonê got, hîn jî nizane sedema îxrackirin û sedema vegera ser kar çi ye û got, ji xwe ev rewş jî nîşan dide ku komîsyonê biryarine kêfî girtine. 
 
Orûç, destnîşan kir ku hincetên ku komîsyon ji bo biryarên îxrackirinê pesend bike berpêş dike tev bêhiqûqî ne û got, 126 hezar û 300 KHK'yî ji bo vegerin ser karê xwe serî li Komîsyona Rewşa Awarte dane, lê belê heta niha peywira 9 hezar û 600 kesî li wan hatiye vegerandin. Orûç, anî ziman ku komîsyon ji bo îxrackirina bi hezaran kesî çareyeke berbiçav berpêş nake û got, sedema vê jî ew e ku endamên komîsyonê kesên tayînkirî ne û ev yek jî nîşan dide ku tu serbixwebûneke saziyî ya vê komîsyonê tuneye. 
 
Orûç, anî ziman ku wê têkoşîna wan a ji bo hevalên wan î hatine îxrackirin dewam bike. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz