Bi keda jin û mêran te ser tezgahan

img

WAN - Zebzeyên li Westanê li ser bi hezaran donimî hatiye çandin, bi keda jin û mêran tê ser tezgahan.

Zebzeyên li Wanê hatine çandin, komkirinên dawî tên kirin. Zebze li ser bi hezaran donimî hatine çandin, jin û mêr bi kedeke mezin wan berhv dikin û li tezgahên kuçeyan cihê xwe digirin. Bi lêdana rojê re welatî berê xwe didin zeviyên çandinî, dest bi berhevkirinê dikin. Kedkar heta êvarê berhemên wekî becanên sor, îsot, becanên reş, kundir, petêx û xiyaran berhev dikin, 12 saetên xebatê bi 40 TL'yî yomiya xwe digirin. 
 
DEMA MIROV LI SER AXA XWE BE...
 
Ozlem Baran a 16 salî diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê bide aboriya malbatê vî karî dike, ji hêlekê ve zebzeyên ku berhev kiriye di kaseyan de bi cih dike, ji hêla din ve bi hevalên xwe re henekan dike. Baran ji bo rûyê xwe ji tavê biparêze, bi desmalekî dipêçe, her çendî karê wê zehmet be jî aşkera dike ku ew ji vî karî hez dike. Baran ji ber ku li ser axa xwe dixebite û malbat û hevalên xwe re ye, gelekî kêfxweş e û wiha got: "Em 6 xwişk û bira ne, ez ya herî mezin im. Em neçar in bixebitin û li hev binhêrin."
 
KÊFA WAN JI STENBOLÊ RE NEHAT
 
Baran destnîşan kir ku wan ji ber pirsgirêkên aboriyê koçî Stenbolê kiriye, lê bi çanda li wir re adapteyî nebûne û ev tişt got: "Em li vir bi erzanî bixebitin jî xebata li welatê me girîng e. Kêmasiya kar jî heye. Her çendî yomiya me kêm be jî em neçarin bixebitin. Rûniştina li malê çêtir e."