'Piştî komkujiiya Pirsûsê karê me sekinî'

img

RIHA – Amûrên sifir ku berê li her metbaxan hebûn, îro li eywanan wek amûrên xişrî tên xebitandin. Hosteyan sefariyê diyar kirin ku bandora şer a li ser pîşe zêde ye û ji ber şer a li herêmê karê wan diqede. Hosteyê 20 salan Selahattin Çalişir diyar kir ku piştî Komkujiya Pirsûsê karê wan sekinî. 

Li Çarşiya Sifiran a navçeya navendî Eyyubiye ya Rihayê êdî liv û tevgera berê tune ye. Berê li Çarşiyê nêzî 30 dikanên sifiran hebûn, lê niha 4-5 heb tenê hene. Hoste û şagirtan anî ziman ku piştî Komkujiya Pirsûsê çarşî veguheriye vê weziyetê. 
 
SEFERÎ DIQEDE
 
Hasan Karadaş (19) ku di 8 saliya xwe de dev ji dibistanê berdaye û dest bi pîşeya bav û kalan kiriye, anî ziman ku sefarî karekî zaf xweş e lê belê her ku diçe rewşa vî karî ber bi nebaşiyê ve diçe. Karadaş, got ku rewşa karê wan ne wek berê ye û ji ber ku turîst nayên sefarî nikarin kar bikin. Karadaş, diyar kir ku dema ew zarok bû li çarşiyê 30 dikanên sefariyan hebûn û wiha axivî: “Niha 3-4 sefar mane. Niha tu kes ji bo hînbûnê hewl nade. Em heqê keda xwe nastînin. Niha dikanên ku karê sefariyê dikin jî hêdî hêdî digirin.” 
 
TURÎST NAYÊN
 
Hosteyê 20 salan Selahattin Çalişir jî, dest nîşan kir ku piştî Komkujiya Pirsûsê ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de çê bû karê wan sekiniye û ji ber ku turist nayên hema bêje karê wan li ber tunebûyînê ye. Çalişir, got ku niha ew şagirtekî jî nabînin û ji ber qezenca wan hindik e ew nikarin pereyekî baş bidin şagirtan. Çalişir, diyar kir ku 20 sal e ew vî karî dike, lê belê ew heftê bi zor û heft bela 250 lîreyî qezenc dike. 
 
TU WATEYKE SIFIR NEMA
 
Çalişir diyar kir ku li gor berê wateya bikaranîna sifir guheriye û wiha got: “Berê hemû amûr û alavên malê sifir bûne. Mirov tim sifir bi kar anîne, lê belê niha wek amûrên xişr û neşre tê bikaranîn. Mesela berê dema amûrên kesekî yên sifir tunebûnan nikaribû bizewiciyana. Lê niha tu wateyeke wê nemaye. Bavê min ev kar hînî min kir, lê ez hînî kurê xwe nakim. Ez rezîl bûme, ma bila kurê min jî rezil