Li nav erdên pembo jiyaneke zor û zehmet

img

RIHA - Li Rihayê, erdên pembû ji bo karkeran malovaniyê dikin. Karkerên bi erebeyên hespan tên nav erda rojê 40-45 lîre pere bi dest wan dikeve. 

Li gundê Kuloran ê navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, erdên pembû ji bo karkeran malovaniyê dikin. Karkerên ji gundên derdorê bi erebeyên hespan tên nav erd rojê 12-13 saetan pembo berhev dikin. Piraniya evan karkeran zarok û jin û rojê ancax 40-45 lîre pere bi dest wan dikeve. 
 
Li nav erd jin û zarok pembo berhev dikin û zilam jî pemboyê berhevkirî dikişînin û bar dikin. Temenê zarokên dixebitin di navbera 12-15 salan de ne. Zarokên li nav erd wekî ji wan re lîstik be pembo berhev dikin. Piraniya evan zarokan di çaxên xwe yên perwerdehiyê de ne, lê belê li gorî hevtemenên xwe 3-4 mehan dereng dest bi dibistanê dikin. 
 
Abdulrahman Ahmedê 17 salî ku 6 sal berê ji ber şerê li Sûriyeyê ji Helebê hat Tirkiyeyê, tevî birayê xwe yê 16 salî dixebite. Ahmed şeveqê zû tê nav erdê û êvarî jî diçe malê. Ahmed, diyar dike ku wexta karê pembo diqede ew berê xwe didin herêma Akdenîzê û dest bi karê narinciyan dikin. Ahmed, got 6 sal in ew li nav erdan dixebite. 
 
Emîne Karataş a 60 salî ku ji Pirsûsê ji bo berhevkirina pembo tê Kuloranê, tevî 3 keçên xwe pembo berhev dike. Karataş, diyar dike ku 5 sal berê hevjînê wê miriye û ji ber vê ew û keçên xwe dixebitin. Karataş, anî ziman ku ew nexweş e lê dîsa jî rojê 12 saetan pembo berhev dike . Karataş, bilêv dike ku her sal ji havînê heta van çaxan karê wan ev e. Karataş, dibêje ji ber vî karî lis tû û newqa wê fitiq peyda bûye û êdî wek berê nikare bi rihetî bimeşe. Karataş dibêje: "Ka em çi bikim, em nexweş bin jî em mecbûr in bixebitin."