Gelo zeytûnên Efrînê ji bo OSO fînanse bikin anîn?

img

STENBOL - Piştî derket holê zeytûn û rûnê zeytûnan ji Efrînê anîne, gelek derdoran bertek nîşan da. Serokê Sendîkaya Gida-Îş'ê Seyît Aslan pirsî: "Qey ji bo OSO bê fînansekirin ev zeytûn anîn?" 

Parlementerê CHP'ê yê Balikesîrê Fîkret Şahîn di Komîsyona Plansazî û Budçeyê ya Meclîsê de gotibû nêzî 50 hezar ton zeytûn bi awayekî qaçax ji derveyî welat ketine piyaseya Tirkiyeyê. Piştî vê Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî jî anî bû ziman ku wan ev zeytûn ji Efrînê anîne û gotibû: "Em hikûmet naxwazin dahata wir têkeve destê PKK'ê. Em dixwazin dahata li Efrînê têkeve destê me." Serokê Sendîkaya Gida-Îş'ê Seyît Aslan jî anî ziman ku wê ev zeytûn û rûnê zeytûnan hilberînerên xwecihî bitengijîne û pirsî pereyê wan diçe kuderê. 
 
Aslan, anî ziman ku heta niha li Tirkiyeyê zeytûn û rûnê zeytûnan nehatiye îthalatkiin û got: "Par bi awayekî qismî ji Tûnûsê zeytûn hatin îthalkirin. Lê piştî hilberîneran bertek nîşan da, hikûmetê diyar kiribû ku ew ji bo piştevaniyê vê yekê dikin û ew ê careke din nekin." Aslan, da zanîn ku piştî Yekîtiya Marmarayê fiyetên zeytûnan daxuyandine, hatiye diyarkirin zeytûn ji Efrînê anîne û got: "Yekîtiya Marmarayê lîsteya fiyetan daxuyand, lê ragihand ku ew ê heta demekê zeytûnan nekirin. Lê sedema nekirînê nehat diyarkirin. Wekî tê zanîn berê jî li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê qaçaxçîtiya ji bo petrolê dihat kirin. Li gor îdiayan bi awayekî zêde petrol berpêşî piyaseyan hatibû kirin. Niha jî dibên Tirkiye di ser OSO û hin hêzên din re 50 hezar ton zeytûn anîne." 
 
‘QEY JI BO FÎNANSEKIRINA OSO'YÊ TÎNIN?' 
 
Aslan, destnîşan kir ku ji bo îthalkirina rûnê zeytûnan tu daxuyaniyeke fermî tune ye û bersivên wezaretê yên di pêşniyazpirsan de jî ne zelal in. Aslan got: "Di piyaseyê de ji bo rûnê zeytûnan ên anîn liv û tevgerek rû da. Ev yek nîşan dide ku ev hikûmet çawa bi awayekî kêfî tev digere û qanûnên xwe bin pê dike. Ev yek dibe cihê pirsên wekî gelo ji bo fînansekirina OSO'yê ev zeytûnan anîn?" 
 
 
‘DIXWAZIN AKP'IYAN DEWLEMEND BIKIN' 
 
Aslan, destnîşan kir ku zeytûnên anîne tesîreke zêde li hilberînerên xwecihî dike. Aslan, diyar kir ku li Tirkiyeyê zeytûn pir tên çandin, lê belê bi vî awayî tê xwestin civakê hînî zeytûnên îthal jî bikin û got: "Wê zeytûnên bên îthalkirin piyaseya hundurîn xirab bike. Wê bi vî awayî rê li ber kesên nêzî AKP'ê bê vekirin ku dewlemdn bibin. Ev dem bi dem tê kirin. Me di dema îthalkirina kayê de jî ev yek dît." 
 
HELWESTEKE HEVPAR 
 
Aslan, destnîşan kir ku ji bo dawî li vê rewşê bê divê liv û tevger rû bidin û got: "Pêşî divê saziyên wekî Yekîtiya Marmarayê ji bo parastina hilberîneran tevdîran bigire. Divê sendîka û hilberîner bên cem hevdu û li hemberî vê qezenca neheq bernameyan çêbikin û di warê hiqûqî de tev bigerin. Divê hilberîner û mezaxêr li hemberê evan polîtîkayên hikûmetê bi helwesteke hevapr tev bigerin." 
 
MA / Elif Çetiner