Aborîzan Şahînoz: Unsûrên taleba hundurîn teng dibin

img

ENQERE - Aborîzan Prof. drç Ahmet Şahînoz, Rapora Bergehî ya Aboriyê ya OECD'ê ya 2018'an nirxand û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê unsûrên taleba hundurîn hemû hindik mane rawest in û her biçe wê aborî tengtir bibe. 

Li gorî Rapora Bergehî ya Aboriy ya 2018'an a Rêxistina Yekîtiya Kat û Pêşvebirinê ya Aboriyê (OECD), wê di sala bê de li Tirkiyeyê anflasyon zêdetr bibe û aborî biçûktir bibe. Hîndekarê Zanîngeha Başkentê Prof Dr. Ahmet Şahînoz, der barê rapora OECD'ê de got: "Wê tengbûyîn dewam bike." Şahînoz wekî sedem jî destnîşan kir ku her diçe unsûrên taleba hundurîn teng dibin. 
 
‘UNSÛRÊN TALEBA HUNDURÎN TENG DIBIN' 
 
Şahînoz, anî ziman ku di aboriyê de lokomotşfa berfirehbûyînê taleba hundurîn e, lê belê her diçe ev unsûr teng dibe. Şahînoz got: "Li paş vê tengbûnê tengbûna derfetên krediyê hene. Yanî mezaxêr nikarin krediyê peyda bikin. Çimkî fazî zêde ne. Veberhênan jî nikarin bi faîzeke ji sedî 30 veberhênaniyê bikin. Yanî herdu unsûrên taleba hundurîn; lêçûnên veberhênanê û lêçûnên mezaxiyê teng dibin. Her wiha unsûra sêyemîn a taleba hundurîn jî lêçûnên budçeyê ne, ev jî teng dibe. Çimkî piraniya lêçûnan di hilbijartina 24'ê Hezîranê de hatin bikaranîn." Şahînoz, destnîşan kir ku bi vî awayî her diçe unsûrên taleba hundurîn teng dibin û hindik mane hemû rawest in." 
 
'WÊ KRÎZ DEWAM BIKE'
 
Şahînoz, diyar kir ku gelek aborîzan di warê resesyon û stagflasyonê de hikûmetê hişyar kirin, lê belê hikûmetê guh neda evan hişyariyan. Şahînoz, bilêv kir ku biha deynên heyî hatine sererstakirin û taloqî piştî hilbijartina herêmî hatine kirin. Şahînoz got: "Yanî jib o rewşa aboriyê ya heyî nedin nîşandan, hewl didin bi evan taloqkirinan heta hilbijartina herêmî dewam bikin. lê krîza aborî li kuçeyan bi awayekî aşkere dixuyê." 
 
Şahînoz, destnîşan kir ku bi mudaxilekirinên çêkirî ne mimkun e ku hikûmet bikaribe ji derheqê krîzê derê û got: "Heta ji bo veberhênanên afirîner, ji bo perwerdehiyê budçe neyê veqetandin wê krîz dewam bike. Îktîdar li bendê ye ku çavkanî ji derve bên, yanî baran bibare û rewşa genim baş bibe. Em ji bo baranê diçin duaya baranê. Em dua dikin ku FED faîzan zêde neke, lîkîdîte zêde bibe û em di piyaseyên cîhanê de bêtir ji wan deyn bikin. Em bi deynan krediyê bidin veberhênana da aborî ji nû ve zînde bibe. Lê li Tirkiyeyê îhtimala baranê pir kêm e." 
 
MA / Selman Guzelyuz