Diwarê atolyeya tekstîlê hilweşiya: 2 karker mirin

img
ÎZMÎR - Li navçeya Bergama, diwarê atolyeyek tekstîlê hilweşiya, 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 3 karker jî birîndar bûn. 
 
Li Taxa Îslamsaray a navçeya Bergama ya Îzmîrê, dîwarê atolyeyek tekstîlê hilweşiya. Di bûyerê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 3 karker jî birîndar bûn. Karkerên birîndar û yên jiyana xwe ji dest dayîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bergama. Ji 3 karkerên birîndar, 2 jê hatin taburcukirin û dermankirina karkerekê jî berdewam dike. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bergama derbarê bûyerê de lêpirsîn da dest pê kirin, û di lêpirsîna hat kirin de 3 kes hatin binçavkirin.