KESK: Bila berî butçeyê peymanek tomorî ya rast çêkin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevparên KESK'ê yên Enqere, Dîlok, Amed û Îzmirê li dijî enflasyona zêde û kembûna meaşên kêm, daxuyaniyên hevpar dan û bordroyên meaş şewitandin. Sendikayên KESK'ê xwestin peymana tomarî çêkin û meaşên wan zêde bikin. 
 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), li dijî enflasyona zêde û kêmbûna meaşên xwe li Enqere, Îzmir, Amed û Dîlokê daxuyanî dan. Kedkaran gotin “Em ji bo meaşên xwe zêdebûnê dixwazin" û çalakî pêk anîn. Hevserokên Giştî yên KESK'ê Aysun Gezen û Mehmet Bozgeyîk li navenda sendîkayê daxuyanî dan çapemeniyê. sendîkayên girêdayî KESK’ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Di civînê de Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, bal kişand ser gotina “kriz tune ye" û wiha got: “Lê îro 3 milyon kedkarên cemaweriyê ku meaşên xwe distînin û 2 milyon teqawîtên cemaweriyê ji  ber buhabûnê nikarin debara xwe bikin. Hêj meaşên xwe nestendine tevî didin deynan. Hemû meaş tev li fatureyan diçe. Zemê xaza xwezayî û ceyranê meh meh zêde dibe. Hêj em neketine demsala zivistanê zem li ser zemê zêde dibe. ceyran ji sedî 41, xaza xwezayê ji sedî 44 zem bûye. Tevî vê zema zêde Wezîrê Xezîne û Maliyê diyar dike ku dê ceyran û xaza xwezayi zem nekin. Kedkarên cemaweriyê di meha cotmeh ilonê de 1.067  dolar zerar kiriye. Em dixwazin zerar û ziyana kedkaran a bi salan bê telafîkirin. 
Em dixwazin bêyî em li benda meha çile rawestin ji niha de ji ber enflasyona zêde zêde bikin. Em dixwazin zema li ceyran, xaza xwezayî û sotemeniyê zêde kirine dîsa paşve bistînin. Em dixwazin dawî li êrîşên ewlehiya kar esas digire bi dawî bike
 
Sendikayen KESK'ê yên Amed, Dîlok, Îzmirê jî bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê û bordroyên xwe şewitandin.