Karkerê ji gazê jehrî bû jiyana xwe ji dest da

img
ÎZMÎR – Karkerê bi navê Salîh Ataoglu yê li Edliyeya Bayrakli ji ber gaza karbondîoksît jehrî bû jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Edliyeya Bayrakliya Îzmîrê Salîh Ataoglu (47) û birayê wî Osman Cemîl Ataoglu (42) dema duh li jêrzemînê kontrola periyodik a tupên şewatê dikirin, ji ber gaza karbondîoksît ya belav bû jehrî bibûn. Ataoglu yên birayê hev rakirin nexweşxaneyê. Salîh Ataoglu yê li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Tedawiya Cemîl Ataoglu jî didome.