Masîvan ji ber buhabûna mazotê qeyîkên xwe difiroşin

img

MÊRSÎN – Li Mêrsînê piştî qedexeya nêçîrvaniyê bi dawî bû, masîvan berê xwe dan behrê. Masîvanan, bilêv kir ku ji ber bihabûna mazotê rewşa wan xirab e û hinek masîvan jî ji ber heqê mesrefên xwe dernexistin qeyîkên xwe firotin. 

Li Mêrsînê masîvanên li perava Kazanliyê piştî qedexeya nêçîrvaniyê bi dawî bû torên xwe avêtin behrê. Lê belê her çend qedexe bi dawî bûbe û torên xwe avêtibin behrê jî lê ji ber krîza aborî rûyê masîvanan nakene. Masîvanan bilêv kir ku ji ber fiyetên mazotê bihabûye nikarin mesrefên xwe derxin. 
 
Masîvan Muslum Ayar, anî ziman ku niha masî pir in lê berê pere nakin. Ayar, diyar kir ku ew rojê 300-400 kîlo masî zevt dikin û got: "A rast em rojê 30 qase masî zevt dikin. Ev jî teqabulî 300 kîlo masiyî dike. Berê masî kêm bûn lê pere dikirin, lê niha em 30 qaseyî zevt dikin lê dîsa jî pere nakin. Sedema vê jî bihabûna fiyetên mazotê ye. Her wiha ji xeynî mazotê derametên din jî biha bûn. Niha me xelas nake. Belê em vî karî dikin, tenê ji bo çerx bizîvire." 
 
'15 MASÎVANAN QEYÎKÊN XWE FIROTIN' 
 
Ayar got: "Heqê karkeran, mesrefên qeyîkê, bihabûna fiyetên mazotê, sertîfîkaya venêrînê, ruxset, belgeyên qaptaniyê, sîgorteya karkeran... ev hemû mesref in. Niha mazot bûye 6 lîre. Niha qeyûka min xera bibe, ez ê nikaribim wê tamîr bikim. Rojê em 50 lître mazot xerc dikin. Dema em heqê mazotê, karkeran û mesrfeên qeyîkê jê derxin tiştek di dest de namîne. Ger wisa dewam bike dê hejmara masîvanan kêmtir bibe. Niha li vira 200 masîvan hene. Îsal 15 masîvanî qeyîkên xwe firotin." 
 
'LI CEM ME MASÎ ERZAN IN, LÊ LI SER DEZGEHAN BIHA NE' 
 
Ayar, diyar kir ku di qaseyekê de 12 kîlo masî hene û ew qaseyeke masiyan bi 50 lîreyî didin. Ayar anî ziman ku li cem wan kîloya masiyan 5 lîre ye, lê li ser dezgehan 15 lîre ye. 
 
'TIŞTEK JI ME RE NAMÎNE' 
 
Masîvan Sertaç Akboga, anî ziman ku ji ber ku ew bi şev û biroj dixebitin ji karê xwe ne memnûn in û got: "Ez deryavan im, li qadên navnetewî di karên giran de xebitîm. Piştî ev qas danberhevî û tecrûbeyê, min got qeyîkekê bikirim û masîvaniyê bikim, lê poşman bûm. Min ev qeyîk du sal berê kirî, wê çaxê mazot bi 2 lîre û nîvan bû lê niha bûye 6 lîre. Em ji jiyana xwe ne memnûn in. Îro me 20 qase masî zevt kirin. Em evana hemûyan bifiroşin hîn 400 lîre dike. Mehê dike 15 hezar lîre. Lê em 8 hezarî didin mazotê, 4 hezarî didin karkeran. Dimîne 3 hezar. Lê mesrefên qeyîkê û mesrefên din ne têde. Yanî tiştek ji me re namîne." 
 
'NAVBEYNKAR QEZENC DIKIN' 
 
Akboga, diyar kir ku torên ku ew davêjin behrê bi hezar û 500 lîreyî ne û got: "Ez behsa mesrefên din jî nakim. Her tişt tê zemkirin, lê fiyetên masiyan jî erzan dibin. Masîvanî dişibe cotkariyê. Ne masîvan, lê tim navbeynkar qezenc dikin. Bazirgan qezenc dikin. Krîza aborî tesîrê li me dike. Niha tenê em dixwazin fiyetên masiyan û mazotê bibe tiştekî normal." 
 
MA / Ergin Çaglar