Karkerek li Edeneyê jiyana xwe ji dest da

img
EDENE - Li navçeya Seyhanê, karkerê binavê Metîn K. ê ji bo boyaxkirina avakiyekê derket ser îskeleya avakiribûn, di encama hilweşîna îskeleyê de jiyana xwe ji dest da û Mehmet Ç. jî bi giranî birîndar bû. 
 
Li kolana  63006 a Taxa Cemalpaşa a navçeya Seyhana Edeneyê, karkerên bi navê Metîn K. û Mehmet Ç. ên ji bo boyaxkirina  avahiyekê derketin ser îskeleya avakiribûn, di encama hilweşîna îskeleyê de Metîn K. jiyana xwe ji dest da û Mehmet Ç. jî bi giranî birîndar bû. Li ser agahiya welatiyên derdorê, ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Ekîbên mûdaxileya tenduristiyê kirin, da zanîn ku Metîn K. jiyana xwe ji dest daye û Mehmet Ç. ê bigiranî birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Seyhanê. 
 
Cenazeyê Metîn K. rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.