Muftuoglu: Li welatê mafê mirovan tune be, pirsgirêkê karkeran dê bidome

img

STENBOL - Akademîsyen Ozgur Muftuoglu, der barê mafê karkeran û krîza aborî ya li Tirkiye de diyar kir ku sermayedar û dewlet bûne yek û dixwaze li ser pişta karkeran krîzê derbas bike. Muftuoglu, anî ziman ku li welatê ku mafên mirovan neyê parastin, dê krîza aborî berdewam bibe û karker dê li her qadê rastî heman pirsgirêkan bên. 

Li Tirkiye her roj zem li ser zemê zêde dibe. Fabriqe tên girtin. Karker ji kar tên avêtin. Her mehê bi sedan karker di cîneyetên kar de tên kuştin. Karkerên ku mafên xwe dixwazin rastî tundiyê tên û tên binçavkirin. Herî dawî bi sedan karkerên Balafirgeha li Stenbolê çalaki pek anîn û nêzî 600 karker hatin binçavkirin. 27 karker hatin girtin. Her roj bi sedan karker dest ji çar berdidin û çalakiyan pêk tînin. Gelek şirket îflas dikin. Têkildarî pirsgirêken karkeran û krîza aborî akademisyen Ozgur Muftuoglu nirxandin kir. 
 
‘PIRSGIRÊKA NEBÛNA DEMOKRASIYÊ YE'
 
Muftuoglu, da zanîn ku karker ji ber şertên xerab neçar dimînin ku bi çalakiyan deng û daxwazên xwe bînin ziman. Muftuoglu, anî ziman ku daxwaza karkeran daxwaza têkoşîna demokrasiyê ye û wiha got: "Daxwazên karkeran ên şert û mercên cihê kar, daxwazên demokratîk in. Daxwazên karkeran ên demokratîk bi tundiyê hatin desteserkirin. Warê qada daristanê talan dikin û dikin qada balafirgeha 3'emin. Mirov di qadên rêveberiyen heremî de nikarin vîna xwe diyar bikin. Kî wan bi rêve bibe nikarin biryar bidin. Gel şaredar hildibijêre, lê qeyûm tayînî şûna wan dike. Li her qadê hin kes dixwazin li ser we hikum bikin. Li cihê kar, li bajar û taxan. Li her qadê otorîterî heye. Ev li her dera welat xuya dibe. Kesên li dijî vê yekê derdikevin rastî mudaxaleya herî hişk tên. Ev hemû pirsgirêka nebûna demokrasiyê ye. Ji bo li vî welatî jiyana mirovane hebe û mafê mirovan hebe, divê ev welat demokratîk bibe." 
 
DIVÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR XURT BIBE
 
Muftuoglu, da zanîn ku dema fabrîqeyên mezin zêde bûn, karkeran hêza xwe dikir yek û bi hêza rêxistinî hilberîn radiwestandin. Lê niha kargeriyên biçûk zêdetir in. Ev bi awayeki xwezayî li gorî salên 1980'ê hêza karkerên bi rêxistinî perçe dike. Karê ku berê li fabriqeyek mezin dihat kirin niha li 500 fabriqeyên cuda yên biçûk tên kirin. Ev dibe sedem ku karker nikare bi hevre tev bigerin û bi rêxistinî tev bigerin. Îro li Balafirgeha 3emîn gelek taşeron hene. Ji ber vê yekê hêza karkeran perçe dibe û nikarin xwe bi rêxistin bikin. Karkerên Flormarê tenê wekî pirsgirêkên Flormarê dikigirin dest. Lê sedema hemû pirgsirêkan yek e. Dive hemû karker têkoşîna xwe bikin yek û xwe bi rêxistin bikin. 
 
HER KU SERMAYE DIKEVE TENGASIYÊ DEWLET BÊTIR PIŞTGIRIYÊ DIDE SERMAYEYÊ
 
Muftuoglu, da zanin ku her sermaye dikeve zahmetiyê dewlet bêtir piştgiriye dide sermayeye û wiha bi dawi kir: "Dewlet li gorî berjewendiyên sermayeyê gavan davêje. "Berê jî hişmeniya 'dewleta bav' hebû. Karekran baweriya xwe bi dewletê dianî. Lê niha îktidara siyasî mafê herî rewa û demokratîk ê karkeran daxwazên wan asteng dike. Em dibînin ku dewlet bûye mekanîzmaya ku ji bo sermayê dixebite. Daxwazên karker û civakê êdî nabîne û li ber çavan nagire. Her ku krîz kûr dibe pêdiviya sermayeye ku çavkaniyan kom bike zêde dibe. Her ku diçe pereyên Tirk qîmeta xwe winda dike. Devaluasyon pêk hat. Maliyeta maddeyên xam zêde bû. Maliyeta bacê zêde bû. êdî sermayedar ji bo reqabetê bikin mecbûr in mafê karkeran bixwin. Dê bi karekrên kêm û karê zêde bike. Ji ber  vê yekê dê bêtir li ser keda karkeran rûnên. Karker ji bo rê nedin û destûr nedin vê yekê divê bêtir xwe bi rêxistin bikin û divê bi yekîtî têbikoşin." 
 
Ji ber şerten karkeran en neyînî her roj cînayetên kar çêdibin. Tirkiye di qada mafê karkeran û îhlala mafê karkeran de Tirkiye dirêza dawî de ye. Çareserî bi têkoşînek hevpar pêkan e. 
 
 
MA / Melike Ceyhan