Sendîkayan piştgirî dan malbatên karkerên girtî

img

STENBOL – Sendîkayên baskên karên înşaetê, ji bo 27 karkerên bi hinceta çalakiya Balafirgeha 3’yemîn a çêkirina wê didome hatin girtin, dest bi kampanya îmzeyan kirin. Sendîka xwe amade dikin ku biçin serdana malbatên karkerên girtî. 

Ji bo 27 karkerên bi hinceta çalakiya Balafirgeha 3’yemîn a çêkirina wê dewam dike yên hatin girtin, dest bi kampaya îmzeyan a piştgiriyê hat kirin. Sendîkayên baskên karên înşaetê yê dest bi kampanyayê kirin, dê yek bi yek malbatên karkerên înşaetê yên girtî ziyaret bikin. 
 
Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl, hunermend û ronakbîr piştgirî dan kampanyeya îmzeyan û dê kampanya bi serdana malbatan berdewam bike. Sendîkayî, dê dirojên pêş de, rapora çalakiya balafirgehê ji raya giştî re parve bike. 
 
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Yol Înşaet Dev-Yapi Nîhat Demîr û Sekreterê Hindekarê Sendîkaya Karkerên Înşaetê (Înşaet -Îş) Kadîr Kurt derbarê pêvajoya kampanayê de axivîn.
 
‘EMÊ YEK BI YEK BIÇIN MALBATAN
 
Demîr, diyar kir ku ewê yek bi yek biçin serdana malbatên karkerên girtî û wiha got: “Em bi rêya telefonê bi heman re hevdîtin kirin. Piraniya malbatan derveyî bajêrin. Em dixwazin piştgiriyê bidin malbatan.”
 
Demîr, da zanîn ku çalakiya karkeran ne pêvajoyek nû bû û wiha bilêv kir: “Berê jî çalakî hebûn. Êdî kêr gehiştibû hestî. Piştî çalakiya karkeran du sê  rojan şert û mercên li balafirgehê baş kirin. Lê niha xerabtir kirine. Karkeran dibin kontroja leşkeran de dibin xwarinê. Şantiye bûye weke kampa Naziyan.” 
 
‘EM Ê XWEDÎ WAN DERBIKEVIN’
 
Sekreterê Hindekarê Sendîkaya Karkerên Înşaetê (Înşaet -Îş) Kadîr Kurt jî, diyar kir ku ew bi kampanyeya îmzeyan armanca dikin ku xwedî derketina mûxalîf a civakî derbixin holê û wiha axivî: “Ev piştevaniyek hiqûqî, madî û maneviye. Em dixwazin hemû derdorên mûxalîf ên xwedî berxwedana Balafirgeha 3’yemîn a karkeran derketin piştgiriyê bidin vê kampanyê û xwedî lê derbikevin. Em dizanîn îro li balafirgehê çalakî pêk hat. Sibe dê  li nexweşxaneyan çi bê jiyîn ne diyare. Ji ber vê yekê divê em xwedî hev derbikevin û zemînê vê yekê ava bikin.”