Şekir, çay, qahwe ji sedî sed zem bû

img

ŞIRNEX - Li Tirkiye, ji ber krîza aborî û bazirganiya girêdayî derve her tişt qat duqat zêde bûn. Çay, şekir, qahwe û tahîna ku ji Herêma Federe a Kurdistanê di deriyê Xabûrê re tînin Sîlopiyê di 3 mehên dawî de ji sedî sed zem bûn. 

Li Tirkiye krîza aborî roj bi roj bandora xwe li ser jiyanê zêde dike. Her tişt rojane zem dibin û buhayê her tiştî roj bi roj zêde dibe. Ji ber gelek alav û amûrên ji derve tên Tirkiye bi dolar û dowîz tên kirîn û firotin bandora xwe li ser buhayê wan jî dike. Gelek alav û zexîreyên xwarinê ku ji Herêma Federe a Kurdistanê di deriyê Xabûrê re tên Sîlopiyê di 3 mehên dawî de ji sedî sed buha bûn. Zexîre û alavêm wekî şekir, çay, cixare, tahîn, qahwe, rûn û toza şîr ên di deriyê Xabûrê re tînin Sîlopî bi buhayê xwe balê dikişîne ser xwe. 
 
ÇAY JI SEDÎ SED ZEM BÛ
 
Di 3 mehên dawî de herî zêde çay û kahwe zêde bûn. 3 meh berê kîloya çayê 30 -32 TL bû. Lê niha buha gihişt 55 - 60 TL. Dîsa kahweya Yemenê ku ji derve dihat zem bû û 12 TL'yan derket 20 tl yan. Toza şîr ku berê 16 TL bû, niha 35 TL ye. 
 
ŞEKIR Û RÛN JÎ ZEM BÛ 
 
Li gel çay û kahweyê şekir û rûn jî zêde bû. 3 meh berê tenekeya rûnê 18 lître bi 80 TL bû, lê niha tenekeya rûn a 18 lître gihişt 125 TL. Tê gotin ku tenekeya rûn dê bigêje 135 TL. Disa 10 kîlo şekirê çayê ji 32 TL yan gihişt 40 TL yan. Yek ji zexîreyê ku zêde zem bû riza Îranê ye. Riza ku 2 meh berê 5 kilosu bi 32 TL bû, niha torbeyê rizê yê 5 kîlo 55 TL ye. Tahîna ku berê bi 40 TL bû, niha 90 TL. 
 
MA / Ahmet Kanbal