‘Em di sînorê krîza rêveberiya krîzê dene'

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiye her ku krîza aborî kûr dibe, krîza rêveberiya li Tirkiye jî kur dibe. Ji ber vê yekê îktîdara Tirkiye bê navber mudaxaleyî buhayê dolar, goşt, arvan, xaz û gelek buhayê din dike. Têkildarî krîza heyî Doç.Dr. Umit Akçay got "Em di sînorê krîza rêveberiya krîzê de dijîn." Hîndekarê Zanîngeha Drewê Yahya Madra jî got "Krîz, ew pêvajoya ku rêveberiya pê pîr zahmet e." 
 
Li Tirkiye krîza aborî bi her awayî xwe nîşanî mirovan dide. Li aliyekî dolar zêde dibin. Betalî, xizanî zêde dibe. Zexîre, xwarin, vexwarin, mazot, gubre, kaxiz, ceyran, xaza xwezayî û hemû alav u amûr buha dibin. Di hemû qadan de ji serî heta binî her tişt zem dibe. Zi ber ku zem didome û her tiştê jyanê zem dibe, hikûmet daxuyaniyên "Mudaxele kir" dide. Her roj daxuyaniyên “Mudaxaleyî buhayê goşt", “Mudaxaleyî buhayê şîr", “mudaxaleyî buhayê xwarin û êm", "Mudaxaleyî buhayê arvan, kartol, pîvaz kirin" didin. Têkildarî rewşa aborî ya Tirkiye Hîndekarê Zanîngeha Berlinê Doç.Dr. Umît Akçay û Hîndekarê Zanîngeha Drew a Eyaleta New Jersey a Amerîka Yahya Madra nirxandin kirin. 
 
‘BERSÎVA DÊ LI ŞÛNA WÊ ÇI TÎNE TUNE'
 
Doç.Dr. Umît Akçay, anî ziman ku aboriya piyasê ya ku mudaxale neyê kirin tune û wiha got: “Lê dema em vê yekê dibêjin, em balê bikişînin ser mudaxaleyên demên dawî. Di demê dawî de hikûmet zêde qala mudaxaleyan dike. Dixwaze bivê yekê ser krîza heyî veşêrin. Bi taybetî piştî sala 2013'an em dibînin ku rêveberiya aboriyê pirsgirêkan dijî. Wezîrê Aboriyê yê berê Alî Babacan, digot "Em ji pîlotê otomotîk derbasî pîlotê manuelê dibin. Ji wê demê em derbasî sînorî 'Kriza Rêveberiya Krîzê'  bûne. Hêj îktîdarê bersîv nedaye ku dê çi dîne şûna çareseriya krîzê. Bê guman çareserî ne teknîk e. Çareserî siyasî ye. Êdî qada mudaxaleyê teng bûye. Mudaxale ne çareserî ye. Em hatine sînorê ku êdî nikarin krîzê taloq bikin. Ji ber vê yekê daxuyaniyan zêde didin." 
 
ÊDÎ BI AVAKIRINA HIŞ PIRSGIRÊK NAYÊ ÇARESERKIRIN
 
Akçay, bal kişand ser daxuyaniyên mudaxaleyê û wiha got: "Di demên dawî de daxuyaniyên mudaxaleyê zêde bûne. Di destpêkê de xwestin bandora krîza dowîzê bi sînor bikin. Her çend bixwazin hişekî ava bikin jî ev yek heta dawî nameşe. Êdî ev rêveberî nikare bi avakirina hiş (algi) bi rêve bibe. 
 
 
Hindekarê Zanîngehê Yahya Madra jî anî ziman ku di demên pêş de dê deyn bavêjin ser pişta gel û wiha got: "Du encama vê krîzê dê hebe. Yek jê dê hemû deyn bavêjin ser pişta gel. Butçe êdî vala bûye. Êdî krîna derve û firotina derve nabin yek. Di vê pêvajoyê de rejîm dê bêtir sermayê bi xwe ve girê bide. AKP krîzê ji bo xwe dike firsend. AKP heta îro gelek şahiyên mezin bi buhayekî pir zêde kir malê gelê Tirkiye. Lê AKP xwedî şens e ku muxalifek bi hêz ku şaşiyê wê bîne rûyê wê tune ye. Rejîm vê krîzê ji bo xwe weki firsendek mezin dibîne. Hesabê malê û sukê li hev nayê. Krîz pêvajoya ku rêveberina wê pir zor e." 
 
 
MA / Sedat Yılmaz