Li Sîteya Matbaayan firotina bi wadê hat rawestiya

img
STENBOL - Sîteya Matbaayê ya li Topkapiyê jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt. Îthalatvanê kaxezan Bîral Aydin, diyar kir ku ji ber pêldariya kûrên dowîzî mirov diqilqilin û ji ber vê ew mecbûr mane ku firotina bi wade rawestînin. 
 
Esnafên Sîteya Matbaayê ya li Topkapiyê jî ji ber pêldariya kûrên dowîzî nesîbên xwe ji krîza aborî girtin. Maatbavanan diyar kir ku ji ber fiyetên kaxezan ji sedî 20 biha bûye firotin êdî rawestityaye û ew nizanin dê çi bikin. 
 
‘EGER PIYASE BAŞ NEBE...' 
 
Xebatkarê matbaayê Kenan Ak, diyar kir ku ji ber kûrên dowîzî maliyet pir zêde bûne û got: "Di warê makîneyên çapkirinê û kaxezan de em pêgirtiyên derve ne. Kaxeza ku me bi lîreyekê dikirî niha bûye 2 lîre. Mesrefên makîneyên me yên mehekê 55 hezar lîre ye. Bi zêdebûna dolar e bûye 127 hezar lîre. Me bi zorê 55 hezar lîre dida. Em ê niha evqas pere çawa bidin?' Eger piyase baş nebin, dê rewş xirabtir bibe. Êdî em ê nikaribin xwe li ber van maliyetan ragirin." 
 
Xebatkarê matbaayê Recep Tûnç jî, destnîşan kir ku Sîteya Matbaayê bi temamî tesîr ji krîzê girtiye û got: "Nizanim berê hûn hatine vira an na. Li vira pir mirov hebûn. Niha bêdeng e. Eger wisa dewam bike dê betalî zêdetir bibe." 
 
'EM HEMÛ LI HEMANA NE'
 
Hesabgira matbaayê Tûba Tezcan jî, anî ziman ku ji ber zêdebûna dolar hilberîner zirarê dikin. Tezcan, diyar kir ku li sîteyê makîne, hibr û kaxez bi dolar tên kirîn, lê bi Tl jî tên firotin û got: "Di piyaseya navxweyî de ji ber pere pêşin nayên dayîn, niha herkes li hemana ye. Dibe ku herkes li ber biçe." 
 
‘EM Ê JI HILBERÎNÊ BIÇIRPÎNIN, LÊ EV JÎ HETA DEREKÊ' 
 
Tezcan, anî ziman ku divê rojek berî rojekê dolar sabît bibe û got: "Ji ber ku dolar her tim zêde dibe, em her tim fiyetên nû didin ber mişteriyên xwe. Ji ber vê jî ew gazinan dikin. Dibêjin 'Em ê çawa bifiroşin?' Em jî dibêjin 'Em jî bi vî fiyetî difiroşin. Xwazî nekire.' Lê belê kirîger ji mişteriyê xwe re nikare bibêje 'xwazî nekire.'" 
 
Tezcan, diyar kir ku ji ber maliyet zêde dibin ew ê jî ji hi8lberînê biçirpînin û got: "Em hildiberînin. Fîrmayên tekstîlan kartan ji me dikirin. Aksesûarvan malzemeyan dikirin. Mişterî bişkokên metal çêdikirin. Niha ji ber maliyet zêde bûne, dê ev yek biguhere bişkokên plastîk. Dê li cem me jî qalîte kêm bibe." 
 
Hilberînerê kaxezan Bîrol Aydin jî, diyar kir ku ji ber pêldariya kûrên dowîzî mirov diqilqilin û ji ber vê ew mecbûr mane ku firotina bi wade rawestînin. Aydin, destnîşan kir ku ji bo zirarê nekin ew jî bi dowîzan difiroşin û got: "Ji ber vê têkiliyên me yên bazirganiyî xera bûn. Mişteriyên me jî me bi keysperestiyê tawanbar dikin. Hin mişteriyên deyndarên me ne hene. Ji ber ku dê nikaribin deynê xwe bidin dê bigirin. Hin fîrma ji ber ku niha mecbûr in tên ji me tiştan dikirin, lê nizanim dê li ber vê maliyetê heta kengî karibin xwe ragirin. Niha xema mirovan ne qezenc e, hewl didin bi awayekî çerxa xwe bizîvirînin." 
 
Aydin, bilêv kir ku ji sersalê ve heta niha wan ji sedî 40 zirar kiriye û got: "Dê ber bi sersalê ve hin kes kargehên xwe bigirin. Gelek fîrmayên mezin ên kaxezan îthal dikin ji niha ve karkeran ji kar derdixin." 
 
MA / Servet Karaduman