Saziyên bazirganiyê yên Amedê: Bila ji bo Kurdistana Federe seferên balafiran dest pê bike

img
AMED – DTSO, DTBO, DESOB û DÎSÎAD xwestin li Amedê ji nû ve seferên balafiran ji bo Herêma Kurdistana Federe û Bakurê Qibirsê dest pê bikin. 
 
Serokê Odeya Pişesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê (DTBO) Engîn Yeşîl, Serokê Yekîtiya Odeyên Sinetkar û Esnafan (DESOB) Alîcan Ebedînoglu û Serokê Komeleya Mirovên Kar û Pîşesaziyê ya Amedê (DÎSÎAD) Burç Baysal daxuyaniyek hevpar a nivîskî dan. Serokên saziyan diyar kir ku Amed yek ji navendên herî girîng ên çand, turîzm û bazirganiyê ye û xwestin ji Balafirgeha Amedê ji nû ve seferên balafiran ji bo Herêma Kurdîstana Federe û Bakûrê Qibrisê dest pê bikin.