10 rojin ceyranê nadin 10 gundan: Çandinî bê av man, cotkar perîşan bûne

img
 
ŞIRNEX - Li ser fermana Midûryeta Herêmê ya Amedê DEDAŞ, 10 rojin ceyranê nade 10 gundên Sîlopiya. Ji bê avî çandiniyên gundiyan zirarek mezin dîtin û çotkaran çend rojên mayîn ji bo palehiyê îsyan kirin.  
 
10 rojin ji bo gundên Hevindiga, Takiyan, Bedro, Nehrêwan, Gund Hadid, Kurawa, Sufi Salim, Rîhani, Rubaî û Basorin ên navçeya Sîlopî yên Şirnexê ceyran nayê dayîn. Çotkaran li Şefîtiya Arîze yê Belavkirina Ceyranê Dîcle (DEDAŞ) a Sîlopî geriyan û xwestin sedema qûtbûna ceyranê fêr bibin. Şefîtiyê bersiva bi awayekê zanebûn dibirîn da cotkaran û cotkaran dûre li Midûryeta DEDAŞ a Şirnexê geriyan û hevdîtin pêk anîn. Midûryeta DEDAŞ’ê yê Şirnexê jî, ji cotkaran re got ‘Midûryeta Herêmê ya DEDAŞ’a Amedê ferman daye  ku ceyranê bi birin.’ Hinceta birîna ceyranê jî, “abonetiya 47 bikarhêneran” ên 10 gundên 7 hezar malbatên wê heyîn, tuneye hat nîaşndin. 
 
SANTRALA CEYRANÊ YA HERÎ MEZIN LI SÎLOPÎ YE LÊ…
 
Welatî Ridvan Kuytan, diyar kir ku mexdûriyeta coltkar dijîn keyfiye û wiha axivî: “Ligel ku santrala ceyranê ya aîdê Koma Cîner a Sîlopî heya jî, me bê ceyran dihêlin. Ji vê derê ceyran ji bo Iraq û Karadenêzê diçe. Lê em gundiyên Sîlopî ji ber nebûna ceyranê zoriyan dijîn. Dema mijar dibe Şirnex hemû kes bêxwedî dimînin. Nêzî 15 jimêrekên min hene û tu deynê min jî tuneye. Santrala ceyranê ya  herî mezin a Tirkiyeyê li Sîlopiye. Lê ceyranê nadin me. Tu heviyên me ji rayedaran tuneye. Lê gava dema hilbijartinê gund  bi gund, tax bi tax digerin û pirgirêkên me pirs dikin. Eve pirsgirêka me ya herî min ceyrane. De werin çareser bikin.” 
 
'HEMÛ TIŞTÊN LI ŞIRNEXÊ DIQEWIMIN KEYFÎNE'
 
Kurtan, anî ziman ku 9 rojin wan av berdaya ser zeviyên xwe, lê ji ber nebûna ceyranê av naçe ser zeviyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber hatin û çûyîna ceyranê 3 rojin qewasê lê didim û derdixim. Her ku qewas dişewite em bi hezar û 400 Tlan temîr dikin. Di deqeyekê de bi dehan car ceyran diçe û tê. Ev nêzîkatiyek keyfiye. Hemû tiştên li Şirnexê diqewimin keyfîne. Derbarê çareserkirina pirsgirêkên me de, tu çareserî tuneye. Em wisan ji necarî dirûnin.”