Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir

img

DÎLOK – Welatî Nîzamettîn Dogan ku ji ajokariya serewîsê teqewît bû, dema dît ku debara wî nabe carek din berê xwe da ser dîroksiyonê. Dogan berê digot “Heke ez teqewît bibim ez ê baxçeyê kulîlkan vekim”, niha jî dixwaze wê xeyala xwe li şaneşîna xwe pêk bîne. 

Welatiyê bi navê Nîzamettîn Dogan ku bi salan ajokariya serewîsê kir teqewît bûbû. Dogan dît ku debara wî bi muçeya teqewîtbûnê nabe carek din berê xwe da ser dîroksiyonê wesayîtê. Dogan da zanîn ku ji ber muçeya wî teqawîtê têr nake neçar maye ku carek din bixebite û her roja diçe şert û mercên debarê zehmet dibin. Dogan da zanîn ku tu aktîvîteyên civakî yên teqewîtbûnê tune ne. 
 
ROJÊ 15 SAET DIXEBITE 
 
Dogan diyar kir ku 46 sal e ew ajokar e û got: “Ez ji saet 05.00’ê serê sibê heta saet 20.00’ê êvarê dixebitim. Ma heqê 15 saetan 80 lîre ye? Şert û mercên jiyanê gelek dijwar bûne. Her roja ku diçe jiyan buha dibe. Li gel ez teqewît bûme jî heta derengiya şevê dixebitim.” 
 
KULÎLK BÊ WÎ MAN
 
Dogan dest nîşan kir ku du zarokên wî zanîngehê dixwînin û krediyên mala xwe dide û kesek teqewîtbûyî li Ewropayê 4 hezar Euro distînin lê li Tirkiyeyê kesek teqewîtbûyî hezar û 400 TL mûçe distîne. Dogan anî ziman ku şertên jiyana zehmet dide zorê ku mirov bixebitin û wiha dewam kir: “Tu aktîvîteyek min a civakî nîne. Mesela ez pir ji kulîlkan hez dikim. Li mala min bi dehan kulîlkên di guldankan de hene. Beriya ez teqewît bibim bêtir dema min hebû û bi kulîlkên xwe re eleqedar dibûm. Lê piştî min dest bi kar kir nikarim bi kulîlkên xwe re eleqedar bibim. Ji bo debarê divê bêtir kar bikim.” 
 
XEYALA SERAYÊ LI ŞANEŞÎNÊ YE 
 
Dogan daxuyaniyên “aboriyê” yên hikûmetê renxe kir û wiha axivî: “Daxuyaniyên hikumetê yên der barê aboriyê de derew in. Halê teqewîtan rewşa aboriyê dide nîşandan. Tu zêdebûn tune ye, her tim em dixebitin. Betlaneya me jî tune ye. 10 sal beriya niha çûbûm betlaneyê. Tu xweşiya teqewîtbûnê tune ye. Beriya ez teqewît bibim min xeyal dikir ku li serayekê ez çandina kulîlkan bikim. Lê niha tenê ez li şaneşîna mala xwe kulîlkan xwedî dikim.”