Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê: Bêcezatî şidetê zêdetir dike

img

RIHA - Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Omer Melîk bilêv kir ku polîtîkayên "Veguherîna Tenduristiyê" xebatkarên tenduristiyê hedef digirin û şideta ku tê kirin ji ber ku nayê cezakirin, hin derdor xwe dispêrên vê yekê û dibêjin "Em ê cezayê xwe bibirin." 

Şideta li hemberî xebatkarên tenduristiyê roj bi roj rû dide. Herî dawî di 1'ê Tebaxê de Dr. Yûnûs Emre Baba ku li mdiûriyeta Tenduristiyê ya Navçeya Efeler a Aydinê dixebite bi şidetê re rû bi rû ma. Mehkûmekî ku li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê dimîne, piştî sewq xwest lê muayene qebûl nekir, bi kêrê êrîşî Baba kir. 
 
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê di 5 salên dawî de 46 hezar û 361 hemşîre û peywirdarên tenduristiyê bi şideta fizîkî û derûnî re rû bi rû mane. Têkildarî vê rewşê 46 hezar û 361 kes serî li wezaretê da. Ji van kesan 27 hezar û 322 jê bijîşk û 19 hezar jê jî kedkarên tendurstiyê yên di beşên din de ne. 
 
Ji van kesan 13 hezar kedkarên tenduristiyê rasterast diyar kirine ku ew bi şideta fizîkî re rû bi rû mane. Lê belê di van bûyeran de tenê 390 êrîşkar xeza xwarine. 
 
'XEBATKAR BÛNE HEDEF' 
 
Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Omer Melîk, êkildarî vê rewşê diyar kir ku sedema sereke ya van bûyerên şidetî yek jê polîtîkayên "Veguherîna Tenduristiyê" ye. Melîk, destnîşan kir ku ev polîtîka xebatkarên tendristiyê wek hedef nîşan dide. 
 
Melîk, anî ziman ku her wiha ji ber ku lideta tê kirin bê ceza tê hiştin, ev yek li hin derdoran bîrbiriya "Em ê cezayê xwe bibirin" peyda kiriye û got: "Şideta derûnî, fizîkî û pêkanînên mobîngî yên li hemberî bijîşkan ji ber ku bê ceza tên hiştin, ev yek wêrekiyê li hin kesan peyda dike." 
 
‘ROJEV TÊ BEROVAJÎKIRIN' 
 
Melîk, diyar kir ku ji ber ku barê xebatkarên tenduristiyê giran e û bênavber 36 saetan dixebitin, ev yek bi xwe re sendroma qedandinê tîne. 
 
Melîk got: "Bi berovajîkirina rojevê re bijîşk û nexweş rû bi rû dimînin û wekî ku ev bûyer bûyerên munferît bin û bûyerên serbixwe bin esas tên girtin. Halbûkî divê ev bûyer bi awayekî yekpare esas bên girtin." 
 
‘WEKÎ HESPÊN PÊŞBAZIYÊ LI XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ TÊ NÊRÎN' 
 
Melîk, anî ziman ku her wiha îktîdara siyasî xebatkarên tenduristiyê hedef digire û wekî pirsgirêka sereke ya vê pergalê bijîşk bin bîrbiriyeke çewt rû dide. Melîk, destnîşan kir ku bi pêkanîna "Pergala Performansê" re wekî hespên pêşbaziyê bin li xebatkarên tenduristiyê tê nerîn. 
 
Melîk, da zanîn ku di qada tenduristiyê de bûyerên şidetê herî zêde li Serwîsa Lezgîn rû didin û got: "Li Serwîsa Acîlê zêde nexweş hene û rojê bijîlkek herî kêm li 150 nexweşî dinere. Ji ber vê nexweşên tên beşa lezgîn ditengijin û bi ser de bijîşk 36 saetan dixebite. Ev yek dibe sedema pirsgirêkan. Halbûkî dema karê bijîşk bê sivikirin dê pirsgirêkên wisa rû nedin." 
 
Melîk, destnîşan kir ku polîtîkaayên "Veguherîna Tenduristiyê" bi xwe re têkiliya di navbera esnaf û mişteriyan de aniye. Melîk, bilêv kir ku ji bo dawî li bûyerên şidetê yên di qada tenduristiyê de rû didin bên, divê kesên serî li şidetê didin bên girtin. Her wiha Melîk, destnîşan kir ku divê hem parlemento hem jî hikûmet sererastkirinênq anûnî yên ku TTB amade kirine bikin qanûn û divê rêxistinên tenduristiyê ji aliyê îktîdara siyasî ve wekî muxatab esas bên girtin. 
 
MA / Erdogan Alayumat