Derdê debarê ji derde talûkeya mirinê bêtir girantir e

img

WAN – Welatî Kamuran Duman ê ji ber spartina cerdevaniyê ji Colemêrgê bi malbata xwe re koçî Wanê kiribû, ji bo debara malbata xwe bike darên gûzan dadiweşîne. Duman diyar kir ku ji bo debarê rîskê mirinê jî daye ber çavê xwe. 

Kamuran Duran (45) tev lê malbata xwe ve di sala 1994’an de ji gundê Marînos yê Colemêrgê ji ber spartina cerdevaniyê koçî navçeya Westan a Wanê kir. Duman bi boneya debara malbata xwe ya 12 kesan bike karê daweşandina darên gûzan dike. Duman li gel talûkeya mirinê jî dîsa darên gûzan dadiweşîne. Duman diyar kir ku darek gûzê di 3-4 saetan de diweşîne û her çiqas niha bûye hosteyê karê xwe jî lê dîsa jî li ser guliyên daran kar kirin talûkeya mirinê heye. 
 
‘SPARTINA CERDEVANIYÊ ME KOÇBER KIR’
 
Duman anî ziman ku karek zor û zehmet dike û li şûna ew bibe cerdevan niha ew karkeriyê bi serfirazî dike. Duman destnîşan kir ku ew li gorî mezinahiya daran heqê xwe distîne û buhayê daweşandina darekê di navbera 100 û 150 TL’yî de diguhere. Duman ev tişt got: “Li gundê Marînosê 800 mal hebûn. Di sala 1994’an de dewletê cerdevaniyê spart gundê me. Ji bo em nebin cerdevan me koçî vir kir. Ji me re gotin ‘ya hûnê bibin cerdevan an jî dev ji gund berdin.’ Me jî dev jî dev ji gund berda em hatin Wanê bicih bûn. Gelek xizmên me çûn bajarên mîna Mêrsîn, Stenbol, Enqere û bajarên din. Her yek ji me koçberî bajarên din bûn.”
 
‘JI BO EZ GÛZÊ XWE BERHEV BIKIM DIVÊ ARAMÎ PÊK BÊ’ 
 
Duman da zanîn ku li gund nêzî hezar darên wî yên gûza hene û ji ber qedexeya “Herêma Ewlehiya Taybet” nikare biçe gund û wiha got: “Li gundê me bi hezaran darê gûzan hene. Ji ber qedexeye em nikarin biçin berhev bikin. Daxwaza me ew e ku aramî û aştî pêk were û em dikaribin biçin gundê xwe. Bila ez gûzê xwe kom bikim û di nav zeviyên xwe de cotkariyê bikim. Li şûna ez bi 50-100 lîreyî dixebitim ez ê karê xwe li nav baxçe û bostanên xwe bikim bêtir baştir e.”