‘Ne bi tûtinê, bi ser tiryakê de biçin’

img

DÎLOK- Tûtinvan Vedat Avci, bertek nîşanî qedexekirina tûtinê da û wiha got: “Li ser her kuçeya taxê tiryakê difiroşin. Ji dêvla ku dewlet bi tûtinê re mijûl dibe, divê bi eroîn û tiryakê re mujûl bibe.” 

Tûtinvanê li Dîlokê bertek nîşanî qedexekirina tûtinê dan. Tûtinvanan, diyar kir ku heke pêşnûmaya qedexekirina tûtinê bibe qanûn dê bi sedhezaran kes di warê aborî de bixisirin. 
 
Faîk Atalay ku tûtina li navçeya Çîlikan a Semsûrê datîne û li Dîlokê difiroşe, got ku ew bi xwêdana eniya xwe bi zor û heft bela datînin, lê belê tê qedexekirin. Atalay, diyar kir ku ew bi firotina tûtinê zarokên xwe dide xwandin û debara malbata xwe dike û divê demildest qanûna ku tûtinê qedexe dike bi paş ve bê kişandin. Atalay, anî ziman ku aboriya Semsûrê li ser tûtinê ye û wiha domand: “Em ferz bikin we tûtin qedexe kir. Wê li Semsûrê betalî zêde bibe. Ji sedî 70’yê Semsûrê bi tûtinê debara xwe dike. Heke tûtin bê qedexekirin em ê çi bifiroşin? Em ferz bikin me dikana xwe girt, ew çax em ê çi karî bikin? Lewheya min a bacê jî heye. Bi salan e ez baca xwe didim. Lê belê dîsa jî we çav berdaye nanê min. Em di rojnameyan de dibînin. Dibêjin ‘fînansê ji terorê re peyda dike’. Em ne ji ‘terorê’ finansa malbata xwe dikin.” 
 
‘BILA CIXAREYÊN TEKELÊ JÎ BÊN QEDEXEKIRIN’ 
 
Mustafa Şahîn ê 55 salî ku tûtina ji Meletiyê aniye li Şahînbeya Dîlokê difiroşe, anî ziman ku bi sed hezaran malbat debara xwe bi tûtinê dikin. Şahîn, diyar kir ku ew bi keda xwe tûtinê datînin û bi vê debara malbata xwe dikin. Şahîn, dest nîşan kir ku ew nikare piştî vî temenî biçe di fabrîkayan de bixebite û wiha got: “Madem hûn ê qedexe bikin, nexwe cixareyên tekelê jî qedexe bikin.” 
 
Vedat Avciyê ji Semsûrê ku li Taxa Beybahçe ya navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê tûtinê difiroşe, anî ziman ku heke tûtin bê qedexekirin wê aboriya Semsûrê biqede. Avci, dest nîşan kir ku li Semsûr û bajarên derdorê bi sedan malbata bi saya tûtinê nan dixwin û tûtin desteka aboriya herêmê dike. Avci diyar kir ku hin saziyên çapemeniyê diyar dikin ku bi tûtinê ‘fînansa terorê’ tê kirin û wiha got: “Çi eleqeya tûtinê bi terorê re heye. Madem wisa ye, nexwe hemû semsûrê ‘terorîst’ in. Heke ne ji ber tûtinê be wê mirovên Semsûrê birçî bimînin.” Avci diyar kir ku piştî vî temenî ew nikare karekî din bike û wiha got: “Em tenê ji tûtinê pereyan qezenc dikin. Madem wisa ye nexwe bila cixareyên tekele jî qedexe bikin. Li serê her kuçeya taxa me tiryak tê firotin. Ji dêvla ku dewlet bi tûtinê re bilî bibe, divê bi eroîn û tiryakê re bilî bibe.”