BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye

img
ENQERE - Li gorî daneyên BES-AR’ê yên meha îlonê, sînorê birçîbûnê bû 27 hezar û 270 lîre, sînorê xizaniyê jî bû 73 hezar û 651 lîre. 
 
Navenda Lêkolînê ya Sendîkayên Kedkarên Buroyê (BES-AR) daneyên sînorê birçîtî û xizaniyê yên îlona 2024’an aşkere kirin. Li gorî BES-AR a hesaba ku li ser bihayên madeyên xurekê parve dike, lêçûnên mehane yên malbateke karmend a ji çar kesan pêk tê di meha îlonê de bû 27 hezar û 270 lîre. Sînorê birçîbûnê jî bû 73 hezar û 651 lîre. 
 
BES-AR’ê da zanîn ku lêçûna xwarina bitendurist rojane ji 890 lîreyî derbas kiriye û mûçeyê kêmtirîn di sala 2024’an de jî di bin sînorê birçîtiyê de maye. BES-AR’ê diyar kir ku kedkarên cemaweriyê ji bo pêdiviyên xwe yên xanî bi cih bînin neçar in hema hema ji sedî 75-80 mûçeyên xwe bidin kirê.